Kongreya Îslama Demokratîk, ji bo destekkirina akademîsyenan û têkoşîna aştiyê, dest bi kampanya îmzeyan kir. Hevberdevka kongreyê Huda Kaya got, "Di vê demê de pêwîstiya me herî zêde bi bilindkirina dengê ji bo aştî û azadiyê heye."
Desteka ji bo 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê', ku ji ailyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hedef hatin nîşandan û rastî lînca siyasî hatin, zêde dibe Piştî wêjevan, rojnamevan, Elewî, hiqûqnas û gelek beşê civakê, vê carê jî Misilmanan diyar kirin ku ew li cem akademîsyenan e.
Kongreya Îslama Demokratîk got, "Hewldana ji bo sekinandina şer û pêkanîna aştiyê pîroz e û divê were destekkirin" dest bi kampanya îmzeyan kir.
'DIJDERKETINA LI AŞTIYÊ TÊ WATEYA PÊKNEANÎNA EMRÊN XWEDÊ'
Di danezana Kongreya Îslama Demokratîk de hat ragihandin, ku xwedîderketina li her hewldanek ji bo aştî û muzakereyê, wezîfeyeke însanî û Îslamî ye û hat gotin, "Dema temamiya Quranê li ber çavan were girtin, nepêkane ku rev ji aştiyê çêbibe. Dijderketina li aştiyê, tê wateya pêkneanîna emrên Xwedê, yanî îsyana li hemberî Xwedê. Tevgera bi şiyara 'Hewldana ji bo sekinandina şer û pêkanîna aştiyê pîroz e û divê were destekkirin' ji aliyê însanî û Îslamî ve pîvanên me yên bingehîn e. Lewma divê kes ne li bendê be ku em li hemberî neheqî, zilm, komkujî, bêedaletî û şîdetê bêdeng bimînin. Weke Kongreya Îslama Demokratîk em li gorî banga mezin a Xwedê tevdigerin û bang li gelên xwe û hemû mirovan dikin ku di nava aştiyê de li hev bicivin. Li parastina aştiyê li hemberî şer, ji bo parastina jiyanê li hemberî mirinê, em bang li hemû alîgirên aştiyê dikin ku îmzeya xwe bi kar bînin."
Di nava îmzekarên kampanya aştiyê ya didome de Huda Kaya, Fadil Bedîrhanoglû, Mûhammed Salar, Ayhan Bîlgen û Mehmet Alî Aslan jî hene.
Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya li ser kampanya îmzeyan axivî û anî ziman ku bûyerên dikarin hemû hêviyên azadî, mafên mirovan û aştiyê ji hev belav bikin diqewimin. Kaya got, "Lê belê di ti serdema dîrokê de, ti rêveber û desthilatdariyê nikariye hêviya bindestan û mirovahiyê tine bikin."
Kaya bibîr xist ku mirovên dibêjin "Bila zarok nemirin", "Li şûna şer em alîgirê aştiyê ne" weke "terorîst" û "xayin" tên sûcdarkirin û bal kişand ser kampanya lînca siyasî ya li hemberî Akademîsyenên ji bo Aştiyê. Kaya got, "Gelek hevalên me û dostên me ji zanîngehan tên avêtin, der heqê wan de lêpirsîn tên vekirin. Lewma di vê demê de pêwîstiya me herî zêde bi bilindkirina dengê aştî û azadiyê heye."
Kaya anî ziman ku weke Kongreya Îslama Demokratîk, ji bo bersivê bidin banga aştiyê a akdemîsyenan û ji bo nîşan bidin ku ew li cem alîgirê aştiyê ne, wan kampanya Îmzeyan dane destpêkirin û destnîşan kir, ku divê her şêwe hewldanên ji bo aştiyê werin destekkirin. Kaya got, "Em hewl didin kampanyaya xwe belav bikin û li benda destek û tevlîbûneke xurt in."
Kaya bal kişand ser îşkenceya hêzên taybet ên qesrê li cenazeyên mirovan dikin û got, "Êrîşên li hemberî cenazeyan, nehiştina veşartina cenazeyan, ragirtina cenazeyê Dayika Taybet li pêş çavên zarokên wê bi rojan li naverastê, rê li ber şikestineke mezin vedike. Divê bawermend hemû êdî li ser rewşê bifikirin û careke din li xwe bipirsin ku çiqasî bawermend in."