Ciwan wê bi 'Çareserî li cih e' re xwerêveberiyê vebêjin
Li Stenbolê, ji bo xwerêveberî ji rojavayê Tirkiyeyê re bê vegotin, ciwanan însiyatîfa 'Çareserî li cih e' ava kirin. Însiyatîf wê di nava vê hefteyê de bi daxuyaniyekê were ragihandin.
Li Stenbolê, ji bo xwerêveberî ji rojavayê Tirkiyeyê re bê vegotin, ciwanan însiyatîfa 'Çareserî li cih e' ava kirin. Însiyatîf wê di nava vê hefteyê de bi daxuyaniyekê were ragihandin.
Li Stenbolê, ji bo xwerêveberî ji rojavayê Tirkiyeyê re bê vegotin, ciwanan însiyatîfa 'Çareserî li cih e' ava kirin. Însiyatîf wê di nava vê hefteyê de bi daxuyaniyekê were ragihandin.
Endama Komîsyona LGBTÎ ya HDK'ê Îrem Guven a di nava Însiyatîfê de cih digire, da xuyakirin ku ji bo mezinkirina daxwaza aştiyê ya li rojava ew li hev civiyane û got, "Em di wê baweriyê de ne ku aştî, bi daxwaza ji bingeheke berfireh a civakê re dikare were avakirin. Lewma, weke rêxistinên ciwanan, xwendekaran, LGBTÎ, tevgerên ekolojîk û femînîst, ji bo xwe bigihînin rêxistinbûyînên nava civakê, em li hev civiyan."
Guven bibîr xist ku di nava Însiyatîfa 'Çareserî li cih e' de rêxistinên ciwanan û ciwanên serbixwe jî hene û anî ziman ku însiyatîf wê di nava vê hefteyê de daxuyaniyekê bide çapemeniyê û bi vî rengî îlana xwe pêk bîne. Guven got, "Daxwaza aştiyê bi tenê nayê wateya bêdengbûna çekan. Xwestina aştiyê tê wateya qebûlkirina daxwazên xwerêveberiyê û hewldana ji bo vê daxwazê. Em ê jî ji mirovên li rojava re bêjin bê xwerêveberî çi ye."
Guven diyar kir ku xwerêveberî ji bo mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn mafek e û got, "Mafê me ye ku li ser taxa em lê dijîn biryarê bi xwe bidin. Pirsgirêkên me yên jiyana rojane hene. Mînak; weke jin pirsgirêkên me hene. Weke cînayetên nefretê, pirsgirêkên kedê. Daxwaza xwerêveberiyê, li cihê vê nîqaşê ye."
'GOTINA ME YA DIYARKER, HÊVÎ YE'
Îrem Guven da zanîn ku bi danezana Akademîsyenên ji bo Aştiyê re atmosfera li rojavayê Tirkiyeyê ber bi aliyekî erênî ve guheriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gotina me ya diyarker, hêvî ye. Em dixwazin mirov pê bihesin ku dema li hev civiyan dikarin çi bikin, xwedî çi hêzê ne. Mirov li Gezî bi vê hesiyan. Em dixwazin vê hestê ji nû ve zindî bikin."
Guven ragihand ku weke Însiyatîfa 'Çareserî li cih e' dixwazin xebatên xwe li ser du bingehan bimeşînin û got, "Ya yekemîn; em ê bi atolyeyan, bi civînan re ji aliyê teorîk ve xwerêveberiyê vebêjin. Ya duyemîn jî; ji vekirina standên li kolanan heta çûyîna nava taxan em ê rê û rêbazên cuda biceribînin. Her wiha em ê li pişt hemû daxwazên heyî yên aştî û xwerêveberiyê bisekinin."