Konferansa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi axaftina qisekeran dewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibîr xist, ku HDP weke rêyeke sêyemîn derketiye holê û got, "Me mîrateya şoreşgerî ya Tirkiyeyê hilgirt ser milê xwe, lê belê em partiya herî nû ya Tirkiyeyê ye. Em ê şaşîtî, kêmasiyên xwe di konferansa xwe de nîqaş bikin. Lê belê tevî kêmasiyên xwe jî em partiya herî baş a Tirkiyeyê ne."
Demîrtaş da xuyakirin, ku civaka Tirkiyeyê hêvî û bendewariyeke mezin ji HDP'ê dike û got, "Gel di wê baweriyê de ye, ku em dikarin pêşî li rejîma ber bi dîktaya faşîzan ve diçe, bigirin. Divê em vê bendewariya gel pûç nekin."
'YÊN HESABÊN XWE GEMARÎ BIN, RÊBAZÊN WAN JÎ GEMARÎ NE'
Demîrtaş anî ziman ku pêvajoya dema pêş jî wê ji bo gelan zehmet derbas bibe û got, "Bêguman divê em texmîn bikin ku yên hesabên xwe gemarî ne, rêbazên wan jî wê gemarî be. Hesabên kirêt, li Tirkiyeyê ji aliyê HDP'ê ve hatin sekinandin, li Sûriyeyê ji aliyê Şoreşa Rojava ve hatin rawestandin."
Di dewama axaftina xwe de Demîrtaş got, "Rejîma AKP'ê, bêyî ku em ji bo tespît û pênasekirinê bikevin nava hewldanekê, bi pratîka xwe re xwe radixin pêş çavan. Sekinandina şer, karê me yê destpêkê bû. Lê belê me nikarîbû şer bisekinînin. Di nava vî şerê ku me nikarîbû pêşî lê bigire, em ketin nava hewldanan ku nirxên giştî yên gerdûnî yên exlaqî neyên binpêkirin. Di vî warî de me bang kir. Lê belê me dît ku li pêşberî me dilekî însanî yê vê bangê bibihîze nîne. Cenaze hene li naverastê tên hiştin. Îşkence li cenazeyan tên kirin. Ev ne mijareke şer û çareseriyê ye. Ne mijareke ku bi pirsgirêka Kurd re eleqedar e. Dibe ku li ser her mijarê em ji hev cihê bifikirin. Di mijara çareseriya pirsgirêkan de nêrîna HDP an jî AKP/hikûmetê ji hev cuda ye. Lê belê, eger di mijara îşkenceya li cenazeyekî de em ji hev cuda difikirin, ya em ne mirov in yan jî ew ne mirov in. Hin mirov hene ku ji bo tiştên bi serê akademîsyenan tê anîn dibêjin 'ez fêm nakim'. Tu çawa fêm nake? Yên ku vî tiştî tîne serê cenazeyan, gelo ji wan nayê ku her tiştî bi akademîsyenan bikin? Yê ku hewl dide hesap ji mirî bipirse, gelo jê nayê ku hesap ji zindiyan bipirse?"
Demîrtaş da zanîn, ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de ew perdeya tirsê ji ser civakê rakir û got, "Me ew bloka rejîma tekparêz a faşîzan, derizand."
Demîrtaş nerazîbûna Yekîtiya Baroyan a li hemberî danezana xweseriyê ya KCD'ê bibîr xist û bal kişand ser pêşnûmeya destûra bingehîn a ji Yekîtiya Baroyan ve hatibû amadekirin û pêşkêşî Meclîsê hatibû kirin. Demîrtaşg ot, "25 meclîsên herêman tê pêşniyarkirin. Dibêje ku meclîsên herêmê divê xwedî erkên xweser bin. Gava wê rojê ev weşandin, kesî ji wan re negot, cihêkar, terorîst, xayinê welêt. Ji pêşniyara me bêhtir hinekî li pêş bû. Bi rastî jî ez ji wan re spas dikim. Pêwîste hinekî wêrek bin ku karibin xwedî li gotin û nivîsa xwe derkevin. Di navbera her du pêşniyara de çi cudahî heye? Çima; dema yek ji aliyê Kurdan ve tê pêşniyarkirin dibe cihêkar, ya din dema ji aliyê Tirkan ve tê pêşniyarkirin demokratîk e? Eger rewş bi vî rengî be, wê çaxê yê cihêkar Kurd nîne."
'CENAZE LI ERDÊ NE, DI VÊ REWŞÊ DE WÊ ÇAWA DESTÛRA BINGEHÎN BÊ AMADEKIRIN?'
Demîrtaş bal kişand ser nîqaşên li ser Destûra Bingehîn û diyar kir ku pêwîstiya rejîmê bi guhertineke demokratîk heye û got, "Lê belê cenaze hînê li erdê ye, gelo di rewşeke bi vî rengî wê peymana civakî çawa bê çêkirin?"
Demîrtaş got, "Em destûra bingehîn û peymaneke civakî ya nû dipejirînin, lê belê divê astengî û mayînên li ser rêya ber bi wê armancê ve diçe, bên rakirin." Demîrtaş bibîr xist ku rêya afirandina van şert û mercan jî vegera li maseya çareseriyê ye û got, "Serokê Meclîsê em vexwend. Em bêjin HDP'ê li dora maseya destûra bingehîn, xweserî pêşniyar kir. Hingî wê çi bibe? Dema Serdozgerî li dijî vê ket nav tevgerê wê çi bibe? Ew ê serokatiyê bilêv bike, lê em ê nikaribin nêrînên xwe biparêzin. Di rewşeke bi vî rengî de em ê çawa karibin peymaneke civakî çêbikin."
Demîrtaş pirsa "Peymaneke civakî ya di nav de gelê Kurd tinebe, wê çawa aştiya civakî pêk bîne?" pirsî.
Konferans piştî axaftina Demîrtaş li çapemeniyê girtî dewam dike.