Ji akademîsyenên li qada navneteweyî, desteka ji bo Koma Akademîsyenên ji bo Aştiyê, roj bi roj zêde dibe.
Zanîngehên Oxford, Cambridge, London School of Economics (LSE), SOAS û Zanîngeha Londonê jî di nav de 565 akademîsyenên ji zanîngehên li Brîtanyayê, danezanek weşandin û destek dan Koma Akademîsyenên ji bo Aştiyê.
Akademîsyenên Brîtanyayî gotin, "Wek zanyarên zanîngehên Îngilîstanê, em helwesta dewleta Tirk a li dijî akademîsyenên li hemberî zilma li Kurdan tê kirin derketin, gelekî nexweş dibînin." Di danezana Akademîsyenên Brîtanyayî de hat gotin, "Ev pêkanînên neheq, di çarçoveya şîdeta dewletê ya li hemberî Kurdan de xwe nîşan didin. Ji ber operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk, bi tenê di Kanûna 2015'an de 100 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan."
Di danezanê de hat bibîrxistin, ku ji Tebaxa 2015'an û vir ve li herêmên Başûrrojhilatê Tirkiyeyê 52 roj in qedexeya derketina derve ya bênavber heye, kue v yek bandorê li zêdeyî 1 mîlyon mirovan dike û hat gotin, "Di rewşeke bi vî rengî de, çûyîna bi ser azadiya akademîk û astengkirina azadiya vê qadê, parçeyekî otorîterbûyîna dewleta Tirk e. Tevî êrîşên li hemberî akademîsyenan, di vê çarçoveyê de rojnamevan, parêzer û aktîvîst timî tên girtin û kuştin."
Di danezanê de ji dewleta Tirk hat xwestin ku lêpirsînên xwe yên li hemberî akademîsyenan betal bike û bi azadiya raman û azadiya akademîk re dilsoz be. Akademîsyenên Brîtanyayî gotin, "Em jî destnîşan dikin, ku em careke din xwedî li danezan 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' ya dixwazin dijminatiya li Kurdan bidawî bibe, derdikevin."
Kampanya îmzeyan a ji bo destekkirina danezanê, li vê navnîşana înternetê dewam dike:
[email protected]