BI DÎMEN

Kurdan û Parlamenterên Rûs terora AKP'ê şermezar kirin

Terora AKP'ê ya li Kurdistanê, ji aliyê Kurdên li Moskowayê dijîn û parlamenterên Rûs ve hat şermezarkirin. Parlamenterê Rûsya Dadwer Zakharov got, "Divê AKP vîna gelê Kurd nas bike. Bi polîtîkaya înkarkirinê re Tirkiye tiştekî bi dest naxe."

Terora AKP'ê ya li Kurdistanê, ji aliyê Kurdên li Moskowayê dijîn û parlamenterên Rûs ve hat şermezarkirin. Parlamenterê Rûsya Dadwer Zakharov got, "Divê AKP vîna gelê Kurd nas bike. Bi polîtîkaya înkarkirinê re Tirkiye tiştekî bi dest naxe."

Bi pêşengiya saziyên Kurd ên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê ne, li Parka Pogranîchnîkam Otechestva çalakiyek hat lidarxistin û terora AKP'ê hat şermezarkirin. Tevî nûnerên saziyên Kurdan Parlamenterê Partiya Rûsya Dadger Dmîtry Zakharov û Parlamenterê Partiya Welat Stepan Andreevîch Zotov beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî Mehrab Şemoyev da xuyakirin, ku gelê Kurd êdî rastiya AKP û Erdogan dîtiye û got, "Dewleta Tirk çawa ku li Zap û Kobanê têk çû, wê îro li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê jî têk biçe."

ZAKHAROV: DIVÊ AKP VÎNA KURDAN NAS BIKE

Parlamenterê Rûsya Dadwer Zakharov jî got, "Pêwîste dewlet an jî hikûmetek, li dijî mirovên ji wan re dibêje 'welatiyên min e', polîtîkayên şer nemeşîne. Divê AKP vîna gelê Kurd nas bike û bi terikandina polîtîkayên şer re, rêbazên demokratîk bi kar bîne. Mixabin ji ber polîtîkayên nebaş ên AKP û dewleta Tirk, gelê sivîl zerarê dibîne."

ZOTOV: MÎNA ÛKRAYNA

Parlamenterê Partiya Welat Zotov êrîşên AKP'ê şermezar kir û got, "Dewleta Tirk jî mîna dewleta Ûkraynayê li hemberî gelê xwe êrîşên terorane pêk tîne. Gelê Kurd êdî gihaştiye wê astê ku li hemberî van êrîşan bisekine. Girîng e Erdogan û AKP vê vînê nas bike."

KADÎR: GELÊ KURD BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE; EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN

Ji amadekarên çalakiyê Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Tara Kadîr jî da zanîn ku gelê Kurd roj bi roj bi mezinkirina têkoîna xwe re ber bi azadiyê ve dimeşe û got, "Faşîstên ku nikarin xwe li vê têkoşîna bi rûmet a Kurdan rabigirin, mîna her carê helwesteke barbarî nîşan didin. Bi berxwedan û biryardariya gelê Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê re divê tevahiya bajarên Kurdistanê tevlî berxwedaneke watedar bibin. Pêwîste em hemû bi hev re li dijî zextên faşîzma AKP li ser me ferz dike, têbikoşin."

...