Encamnameya 1. Konferansa Asayî ya HDK'ê hat ragihandin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya 1. Konferansa Asayî ya di 16'ê Çileya 2016'an de li Enqereyê lidar xist, aşkere kir.

HDK'ê encamnameya 1. Konferansa Asayî aşkere kir. Di encamnameyê de îlanên xwerêveberiyan û deklerasyona KCD'ê hat silavkirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya 1. Konferansa Asayî ya di 16'ê Çileya 2016'an de bi beşdairya 400 delegeyên ji 40 bajaran li Enqereyê lidar xist, aşkere kir.

Di encamnameyê de hat gotin, "Qesrê bi hêzên berê yên statukoparêz re tifaq kir û bi vî rengî vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê, tine kir. Bi rejîmeke fîlî ya Serokatiyê re dest danî ser rêveberiyê, bi darbeyekê re parlamento û sîstema parlamenteriyê bê fonksiyon hişt û rewşeke faşîst afirand."

HDK'ê, li dijî rejîma darbeyê û şer bang li hemû hêzên mûxalefeta civakî kir, ku eniyeke demokrasiyê ya li gelemperiya welêt ava bikin.

'EM XWEDÎ LI DEKLARASYONA KCD'Ê DERDIKEVIN'

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku rewşa heyî ya dewletê ya zordar, mîlîtarîst, yekparêz û navendîparêz, ancax bi pîvana xweseriya demokratîk a erk û çavkaniyan li hêzên xwecihî belav dike û daxwazên statuyê li ber çavan digire re, dikare veguhere komareke demokratîk.

Di encamnameyê de hat gotin, "Konferansa HDK'ê, 'Deklerasyona Xwerêveberiyê' ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di 26-27'ê Kanûnê de li Amedê aşkere kir, ji bo Tirkiye bibe komareke demokratîk û pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane çareser bibe, weke pêşniyareke girîng dibîne, silav dike û xwedî lê derdikeve."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku bi perspektîfa "Sûriyeya Demokratîk-Rojavaya Xweser" re, ew destekê didin hewldanên çareseriyeke siyasî ya di çarçoveya veguherîna siyasî, demokratîk û aştiyane û diyarkirina çarenûsa gelên Sûriyeyê bi destê gelan bi xwe. 

HDK'ê di vê çarçoveyê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, ku hewldana hevpariya azad a gelên Sûriyeyê ye silav kir.

Di dawiya encamnameyê de hat gotin, "Di dema pêş a têkoşîna civakî de HDK divê xeteke polîtîk a ku siyaseta nasnameyê û siyaseta çînî digihîne hev, ava bike."