Ji saziyên Kurd banga 'çareseriya demokratîk a lezgîn'

Saziyên Kurd ên li Stenbolê, hişyariya şerê navxweyî dan û ji bo çareseriya demokratîk bangek lezgîn kirin.

Endamên Enstituya Kurdî, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), YAKAY-DER, TUAD, GOÇ-DER, Komeleya Jinê ya Gokkuşagi li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê

Endama Komeleya Jinê ya Gokkuşagi Denîz Işik metna hevpar xwend. Şîmşek diyar kir ku şerê ku li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê meşandin hatiye asta qirkirinê, li kolanên Kurdistanê her roj, jin, zarok, kal û pîr bi dehan mirov ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin. Şîmşek destnîşan kir ku Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve tê birin û hemû kesên ku qala aştî û çareseriyê dikin ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan ve weke "xayîn" tên îlankirin û  got: "Em weke saziyên demokratîk ên Kurdistanê nabin şirikê vî şerî."

Şîmşek da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoş in û wiha axivî: "Gelê kurd mafê xwe yê bingehîn dixwaze. Ev gel êdî naxwaza bêstatu bijî. Êdî gelê Kurd bi ziman û nasnameya xwe ve dixwaze xwe bi rêve bibe. Ev daxwaz ne sûc e. Ne cudakarî ye wekî hemû gelên din li ser esasê wekhevî û azadiyê bi gelên din re dixwaze bijî."

Şîmşek ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê kir.