Li Elmanya û Awûstûryayê çalakiyên li dijî AKP'ê dewam dikin
Kurd, Elewî û dostên wan ên li Elmanya û Awûstûryayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk didomînin.
Kurd, Elewî û dostên wan ên li Elmanya û Awûstûryayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk didomînin.
Kurd, Elewî û dostên wan ên li Elmanya û Awûstûryayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk didomînin.
HAGEN
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Hagenê, bang li AKP'ê kirin ku ji komkujiyan vegere û careke din berê xwe bide ser maseya muzakereyê.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Hagenê, ku bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) destpê kir, di roja sêyemîn de ye. Di çarçoveya çalakiyê de wê îro danê êvarê saet di 18:00 de daxuyaniyek bê dayîn û grev bi dawî bibe.
ST. POLTEN
Li bajarê St. Polten ê Awûstûryayê, Ciwanên Azad kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreyê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin.
Ciwanên li Komeleya Çanda Mezopotamyayê li hev civiyan, 2. kongreya Komîteya Nîederosterreîchê bi dirûşma "Em xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derdikevin" pêk anîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên berxwedana xwerêveberiyê û şehîdên şoreşê, dîwan hat hilbijartin.
Ji Baskê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO) yê St. Poltenê Alî Firat di kongreyê de axivî û got, "Bi Ciwanên Azad re me xebateke hevpar meşandin û bi rêveberiya nû ya îro were hilbiajrtin re em ê kêfxweş bin ku di dema pêş de bi hev re bixebitin.
Saziya Der Funke jî bi peyamekê re berxwedana li Bakurê Kurdistanê û kongreya ciwanan silav kir.
CIWAN JI SALA 2016'AN BI HÊVÎ NE
Ciwanên ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin gotin, "Sala 2016'an wê ji aliyê têkoşînê ve serketî derbas bibe. Em ê nehêlin ku ciwanên Kurd di nava sîstema heyî de winda bibin."
Kongre bi nîşandana sînevîzyonek ji dîmenên çalakiyên sala 2015'an bi dawî bû.