ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Dozên KCK'ê wê ji cihê mayî bidomin
3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, têkildarî doza bingehîn a KCK'ê û doza çapemeniyê ya KCK'ê biryar da ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nemîne û van dozan bi rê ve bibe. -
Ji 1.955 hiqûqnasan danezana aştiyê
Hiqûqnasên destek dan Akademîsyenên ji bo Aştiyê, destnîşan kir ku ew ê pê serbilind bin bi dilxwazî ji her kesên bûne hedefa operasyonên zext û melisandinê, parêzeriyê bikin. -
Rêveberên DBP'yî hatin girtin, 17 kes hatin binçavkirin
Li Mersîn, Aydin û Wanê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. -
Yuksekdag: Wê nikaribin teslîm bigirin!
Yuksekdag, akademîsyenên ku ji aliyê Erdogan ve hedef hatine nîşandan silav kir û got, "Li Tirkiyeyê muswedeyeke demokrasiyê heye." Yuksekdag diyar kir ku hewl tê dayîn bi tirsê civak teslîm bê girtin, lê ew ê destûrê nedin vê yekê. -
Şanogeran jî destek dan akademîsyenan
Piştî akademîsyen, wêjevan, rojnamevan û sînemavanan, şanogeran jî banga aştiyê kirin. -
19 akademîsyen hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN
Ji akademîsyenên îmzeya xwe danîn binê danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî", ku ji bo qedandina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hat weşandin 19 jê hatin binçavkirin. -
Li Stenbolê 7 ciwan hatin binçavkirin
Di serdegirtina polîsan a Komaleya Ciwanên Ozgur Ronî ya li Aksaraya Stenbolê de 7 kes hatin binçavkirin. -
Sînemavanan jî gotin ‘Em nabin hevkarên vî sûcî ne’
Nêzî 400 sinemavanan jî gotin ‘Em nabin hevkarên vî sûcî ’ piştgirî dan akademisyenan. -
Endamê Meclisa Partiya DBP’ê Bulbul hat binçavkirin
Endamê Meclisa Partiya DBP’ê Şeyhmûz Bulbul hat binçavkirin -
Ji Rojnamevanan danezana aştiyê: Em nabin hevparê vî sûcî
Piştî akademîsyenên aştîxwaz ji aliyê desthilatiya AKP-Qesrê hedef hatin nîşandan, rojnamevanan jî danezana aştiyê weşandin. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Li Mûşê 3 kes hatin girtin, li Wan, Şirnex û Amedê gelek kes hatin binçavkirin. -
Bayik: Komkujiya li Sûltanahmetê karê MÎT'ê ye
"Li qada Sûltanahmetê qetilkirina turîstan ihtîmaleke mezin ne wekî ku AKP dibêje pêk hatiye. Eger ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin, teqez ev ji aliyê Galdyoya Qesrê ve hatiye plankirin." -
Li Kirşehîr û Manîsayê terora polîsan a li hemberî Kurdan
Li Kirşehîrê, polîsan avêtin ser malan û 10 xwendekar kirin binçavan. Li Manîsayê jî polîs zextê li taxên Kurdan dikin. -
ABDEM: Dewlet nikare xwe li daxwaza herî biçûk a demokratîk rabigire
ABDEM'ê nerazîbûn nîşanî zexta dewleta Tirk a li hemberî rewşenbîr û akademîsyenan da û destnîşan kir, dewleta AKP'ê û Qesr ketine rewşeke welê ku nikarin xwe li daxwaza herî biçûk a demokratîk rabigirin. -
Gursoy: Hejmara akademîsyenên metnê îmze dikin zêde dibe, gef nikare bi me
Prof. Dr. Gençay Gursoy diyar kir, ku piştî gefên Serokkomar Erdogan, hejmara mirovên mora xwe danîne binê metna 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' zêde bûye û got, "Ne bawerim ku ev gef karibe bi kesî." -
Akademîsyeneke din a aştîxwaz ji wezîfeyê hat girtin!
Seroka Antropolojî ya Zanîngeha Bartinê Alk. Doç. Dr. Hulya Dogan, ku endama Egîtîm-Senê ye ji aliyê Rektor ve ji wezîfeyê hat girtin. -
Çalakiyên Elewiyan ên li dijî terora dewleta Tirk didomin
Li bajarên Awûstûrya Înnsbruck û Bregenzê saziyên Elewiyan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk û êrîşên dewletê protesto kirin. Li paytexta Fransa Parîsê jî, 7 saziyên Elewiyan Semah gerandin. -
Li Parlamenta Portekîzê ji bo bîranîna Demîr, Nayir û Ûyar deqeyek rêzgirtinê
Ji bo bîranîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin li Assambleya Neteweyî ya Portekîzê deqeyek rêz hat girtin. -
Merkel li Freîbûrgê hat protestokirin
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a ji ber bernameyekê hat bajarê Elmanya Freîbûrgê, ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyên li Tirkiyeyê, ji aliyê Kurdan û çepgirên Elman ve hat protestokirin. -
Prof. Çaglar: Civaka ji îşkenceya li cenaze re li çepikan dixe, di vê hovîtiyê de para xwe heye
Prof. Gazî Çaglar Prof. Gazî Çaglar diyar kir, ku yên di komkujiya li Kurdistanê de îşkenceyê li cenazeyan dikin ne tenê leşker û polîs in û destnîşan kir, ku yên fermanê didin û ji îşkenceyê re li çepikan dixin, xwedî pareke mezin in. -
Li Dêrik, Mersîn û Enqerê 18 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê 3 jinên di saetên şevê de li parkê digeriyan hatin binçavkirin. Li Mersîn û Enqereyê jî xwendekarên zanîngehê û endamên ESP’ê di nav de 15 kes hatin binçavkirin. -
Li Bûrsa û Elezîzê 9 kes hatin girtin
Li Bûrsa û Elezîzê ji yên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin. -
Ji Elewiyên li Hannoverê banga 'eniya hevpar a li dijî faşîzmê'
Elewiyên li Hannoverê dijîn, komkujiyên li Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiyê de hat xwestin, ku li dijî faşîzmê eniyeke hevpar bê avakirin. -
Elewiyan, komkujî li ber Konsolosxaneya Tirk şermezar kirin
Li ser banga Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF), êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Stûttartê hat şermezarkirin. Bi vê armancê nûnerên saziyan çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Tirk. -
Vaye navên çawişên pispor ên li Şirnexê îstifa kirin
Navên 11 çawişên pispor ên nexwestin bibin parçeyek ji şerê qirêj ê AKP'ê û îstifa kirin, aşkere bûn.