'Dozên KCK'ê wê ji cihê mayî bidomin

3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, têkildarî doza bingehîn a KCK'ê û doza çapemeniyê ya KCK'ê biryar da ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nemîne û van dozan bi rê ve bibe.

3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, têkildarî doza bingehîn a KCK'ê û doza çapemeniyê ya KCK'ê, ku piştî rakirina Dadgehên Xwedî Erka Taybet ji bo ji nû ve darizandinê çûn ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn, biryareke welê da ku dikare bandorê li rêveçûna dozan bike.

Di rûniştina li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de, aşkerenekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser dosya di 6'ê Mijdara 2014'an de hatibû şandin, hincet nîşan da û biryar da ku ew bi xwe van dozan bimeşîne.

Li gorî vê yekê wê doza çapemeniyê ya KCK'ê di 8'ê Nîsanê de, doza bingehîn a KCK'ê jî di 17'ê Gulanê de li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên birêvebirin.