ABDEM: Dewlet nikare xwe li daxwaza herî biçûk a demokratîk rabigire

ABDEM'ê nerazîbûn nîşanî zexta dewleta Tirk a li hemberî rewşenbîr û akademîsyenan da û destnîşan kir, dewleta AKP'ê û Qesr ketine rewşeke welê ku nikarin xwe li daxwaza herî biçûk a demokratîk rabigirin.

ABDEM'ê nerazîbûn nîşanî zexta dewleta Tirk a li hemberî rewşenbîr û akademîsyenan da û destnîşan kir, dewleta AKP'ê û Qesr ketine rewşeke welê ku nikarin xwe li daxwaza herî biçûk a demokratîk rabigirin.

Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (ABDEM) daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku ew li cem rewşenbîr û akademîsyenên bi rûmet in. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komara Tirkiyeyê, aqlê kevneşop ê dewletê, Qesr, Serokkomar R.T. Erdogan û dewleta AKP'ê bi bêtehemûliyên xwe re sînorê teamûlê jî derbas kirine.

Rewşenbîr û akademîsyenên bi rûmet, li dijî şer aştî, li hemberî barîna rondikên çavên dayikan, li dijî rijandina xwînê û mirina zarokan, deklarasyonek weşandin. Xwestin dawî li konsepta şer a li erdnîgariya Kurdistanê were anîn, ji bo aştiyê veger li maseya çareseriyê bê kirin. Bi vê deklarasyonê re xwestin raya giştî û dewleta Komara Tirkiyeyê hişyar bikin."

ABDEM'ê ragihand ku dewleta AKP'ê di çarçoveya bêtehemûliya qesrê ya li hemberî daxwazên herî biçûk ên demokratîk de, sînorên teamulê derbas kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dewleta AKP'ê bi nedana cenazeyên li erdnîgariya Kurdistanê re malbatan û aştîxwazan weke 'sûcdar' nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî helwesta însanî û demokratîk a rewşenbîr û akademîsyenên me yên bi rûmet ên ku naxwazin welatê me bikeve rewşeke mîna Iraq û Sûriyeyê, di serî de Qesr, R. T. Erdogan, dewleta AKP'ê, wezîrên wê, aqlê kevneşop ê dewletê û çeteyên mafya yên hevkariyê bi van re dikin, dest bi êrîşan kirin. Em van êrîşan weke êrîşên li dijî exlaqê dibînin û bi tundî şermezar dikin."

ABDEM'ê daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Erdogan ên heqaret li rewşenbîran dikir jî bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke pêkhateyên ABDEM'ê ew li cem van rewşenbîran e û bang li raya giştî ya navneteweyî û çapemeniyê kir, ku li dijî hewldanên faşîst ên dewleta AKP'ê û qesrê, bi hişyarî tevbigerin.