Li Kirşehîr û Manîsayê terora polîsan a li hemberî Kurdan
Li Kirşehîrê, polîsan avêtin ser malan û 10 xwendekar kirin binçavan. Li Manîsayê jî polîs zextê li taxên Kurdan dikin.
Li Kirşehîrê, polîsan avêtin ser malan û 10 xwendekar kirin binçavan. Li Manîsayê jî polîs zextê li taxên Kurdan dikin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê didomin. Hêzên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê sivîlan qetil dikin, zextên xwe yên li bajarên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan zêde kirin.
Li Kirşehîrê polîsan serê sibehê bi ser mala xwendekarên Zanîngeha Ahî Evran de girtin. Di serdegirtina ku bi hinceta "îxbar heye" hate kirin de 10 xwendekar hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku li malan lêgerîn didome û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
LI MANÎSAYÊ NÎJADPERESTIYA RÛTÎN
Li Manîsayê jî zexta polîsan a li hemberî taxên Kurdan dewam dike. Piştî sedegirtina hefteya derbasbûyî ya li taxa Fevzî Çakmak a li navçeya Yûnûs Emre, duh bi şev jî avêtin ser taxa Nûrlûpinar a li navçeya Şehzadeler. Serdegirtin bi TOMA, maşînên zirxî û nêzî hezar polîsan hat kirin. Hêzên dewletê ketin û derketina taxê girtin û li kargehan lêgerîn û kontrola nasnameyan kirin.
Polîsan ev pêkanîna antî demokratîk weke 'kontrola asayîşê ya rûtîn' pênase kirin.