Gursoy: Hejmara akademîsyenên metnê îmze dikin zêde dibe, gef nikare bi me

Prof. Dr. Gençay Gursoy diyar kir, ku piştî gefên Serokkomar Erdogan, hejmara mirovên mora xwe danîne binê metna 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' zêde bûye û got, "Ne bawerim ku ev gef karibe bi kesî."

Prof. Dr. Gençay Gursoy diyar kir, ku piştî gefên Serokkomar Erdogan, hejmara mirovên mora xwe danîne binê metna 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' zêde bûye û got, "Ne bawerim ku ev gef karibe bi kesî."

Prof. Dr. Gençay Gursoy, ku ji ber mora xwe danî binê Daxwaznameya Rewşenbîran a sala 1984'an hat darizandin, meta 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' û gefên Serokkomar Erdogan nirxand.

Gursoy gotina "Ew rewşenbîr in, lê belê Vahdettîn jî rewşenbîrek bû. Rewşenbîrên mîna Vahdettîn" a Serokkomarê wê demê Kenan Evren bibîr xist û got, "Wan rojan me gotineke heqaretê nebihîst. Îro di ser re 32 sal derbas bûne û li serê Komara Tirkiyeyê qaşo serokkomarekî sivîl heye. Lê belê li hemberî 1128 hîndekarên zanîngehan ên daxwaza 'Ez dixwazim li Tirkiyeyê aştî hebe' kirin, heqaretan dike. Ev yek nîşan dide ku em bi rastî jî kêmî salên 80'yî bûne."

Gursoy da xuyakirin ku sûcdarên 'nezan' an jî 'xayîn' ên ku Serokkomar Erdogan li wan kir, wê tesîrê li wan nekin û got, "Ev yek asta wî nîşan dide. Li ti devera cîhanê, Serokkomarekî li hemberî zêdeyî hezar mamosteyên zanîngehê gotineke bi vî rengî bi kar neaniye."

Prof. Dr. Gursoy axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke hîndekarekî ku du serdem jiya ye, mirov ji xwe dipirse, 'Gelo piştî ewçend hewldanên bi salan, cihê em gihaştine ev der e?' Hebûna desthilatdariyeke siyasî ya ji bo ewlekirina pêşeroja xwe di nava her şêwe dek û dolaban de ye, cihê xemgîniyê ye. Lê belê li hemberî vê yekê jî, zêdeyî hezar hîndekaran, ku piraniya wan ciwan e û li zanîngehan ti ewlehî û garantiyeke wan nîne, dengê xwe bilind kirin. Ev yek jî cihê serbilindiyê ye. Garantiya pêşerojê jî ev e."

'DAXUYANÎ, NÎŞANEYA TIRS Û FIKARAN E'

Gursoy da xuyakirin ku daxuyaniyên Serokkomar nîşaneya tirs û fikaran e û got, "Ne bawerim ku ev gef karibe bi kesî. Ji xwe heman piştî gefên hatin xwarin, hejmara mirovên mora xwe danîn binê metnê, zêde bû."

Gursoy bal kişand ser gefa "Wê mîna ava çem xwîn biherike. Em ê bi xwînê xwe bişon' a tetîkkêşê mafya yê faşîst Sedat Peker û got, "Li hemberî vî mafyayî ne ji aliyê dewletê ve lêpirsînek tê vekirin, ne jî rayedarek radibe li dij daxuyaniyekê dide. Bi rastî jî rewşeke hezîn e."

Prof. Dr. Gençay Gursoy, Ayşe Çelîk a ku ji ber tevlîbûna li bernameyeke televîzyonê rastî kampanya lînckirinê hat bibîr xist û got, "Kampanya lîncê ya li hemberî mamosteyekê û bernamevanekî hatiye destpêkirin, cihê şermê ye. Ji bo em li dijî vê derkevin, weke komek ji rewşenbîr û akademîsyenan me îxbara xwe kirin."

'DIBE KU AKADEMÎSYEN BÊN QETILKIRIN'

Gursoy têkilîdarî gefên Erdogan û gotina 'Em ê ya pêwîst bikin' a YOK'ê wiha axivî: "Her tiştk dikare were kirin. Di rojên 12'ê Îlonê de li gorî qanûna rewşa awarte em ji zanîngehan hatin avêtin. Îro qanûna rewşa awarte li Tirkiyeyê nîne, lê belê Serokkomarek û desthilatdariyek welê heye, ku ne guh dide qanûnan ne jî destûra bingehîn. Lewma pêwîstî bi qanûnîbûnê nîne. Her wiha agahÎ tê ku baskên MHP û AKP ên ciwanan diavêjin ser ofîsên hîndekaran û hin akademîsyen ji ençarî bajêr diterikînin. Rewş ev e. Dema Serokkomar hedef nîşan dide, mîna cînayeta Hrant Dînk, tetîkkêş dikevin nava tevgerê. Sibe dusibe dibe ku akademîsyen jî bên qetilkirin. Berpirsyarê van jî desthilatdarî ye, ku hedef nîşan dide."