Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Li Mûşê 3 kes hatin girtin, li Wan, Şirnex û Amedê gelek kes hatin binçavkirin.
Li Mûşê 3 kes hatin girtin, li Wan, Şirnex û Amedê gelek kes hatin binçavkirin.
Li Mûşê 3 kes hatin girtin, li Wan, Şirnex û Amedê gelek kes hatin binçavkirin.
Tevî qirkirina fîzîkî, operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, didomin. Polîsan avêtin ser avahiyên DBP û gelek malan û gelek kes kirin binçavan.
MÛŞ
Li navçeya Milazgir a Mûşê roja Yekşemê di serdegirtinên DBP û malan de 9 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 5 kes hatin berdan û welatiyên bi navê Ahmet Gonul, Ercan Çetîn û Mehmet Onal derxistin dozgeriyê. Her sê kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê jî der barê 3 kesan de bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
Li aliyê din Îsmet Yalçin ê di bin çavan de nexweş ket jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê di bin kontrolê de tê ragirtin.
WAN
Li navçeya Erdîş a Wanê polîsan bi ser avahiya rêxistina DBP'ê û gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de rêveberên DBP'ê Erol Cengîz û Erhan Basut, endamên Egîtîm Sen'ê Yakup Sekîn, Cengîz Meral û Omer Sayiner jî hene gelek kes hatin binçavkirin.
Hate hinbûn ku kesên hatine binçavkirin ji ber ku beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê bûne hatine binçavkirin. Li gorî agahiyan di nava binçaviyan de Hevserokê DBP'ê yê berê Munîr Aras jî heye û ew birine Midûriyeta Polîsan a Erdîşê. Li avahiya DBP'ê lêgerîn berdewam dike.
ŞIRNEX
Li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê, leşker û polîsan bi ser malan de girtin. Tevî ku biryara lêgerîna malan tinebû, di malan de lêgerîn hate kirin û gelek welatî hatin binçavkirin. Hate zanîn ku li bajarok serdegirtin dewam dike.
AMED
Li navçeya Bismil a Amedê jî danê sibehê tîmên taybet, bi ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a Taxa Firatê û gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de derî û şibakeyên malan hatin şikandin û welatiyên bi navê Mujdat Yildiz (30), Şaban Yegîn (45) û Sabrî Araz (55) hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina her 3 kesan nehat zanîn. Welatiyên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê.