Merkel li Freîbûrgê hat protestokirin

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a ji ber bernameyekê hat bajarê Elmanya Freîbûrgê, ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyên li Tirkiyeyê, ji aliyê Kurdan û çepgirên Elman ve hat protestokirin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a ji ber bernameyekê hat bajarê Elmanya Freîbûrgê, ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyên li Tirkiyeyê, ji aliyê Kurdan û çepgirên Elman ve hat protestokirin. Girseya gel li ber salona bernameya Merkel lê hebû li hev civiya û bi qîrîna dirûşmeyan bal kişand ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin.

Di çalakiyê de, bi pankartên hatin vekirin re qedexeya li ser PKK'ê û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hatin şermerzarkirin. Çalakiyê, heta ku Merkel ji salonê derket, dewam kir.

KONÊ AGAHDARKIRINÊ VEKIRÎ YE

Li aliyê din, konê agahdarkirinê yê roja Sêşemê li navenda bajarê Freîbûrgê hat vedan, duh ji aliyê endamên Komuna Jinê ya Nûda ve dewr hat girtin.

Çalakgeran, der barê komkujiyan de agahî dan û bi sedan belavok belav kirin. Li aliyê din, gelek saziyên civakî yên sivîl û siyasî yên li Freîbûrgê hatin ziyaretkirin û banga beşdariya li çalakiya xeleka ji mirovan a roja Şemiyê hat kirin.

...