Yuksekdag, akademîsyenên ku ji aliyê Erdogan ve hedef hatine nîşandan silav kir û got, "Li Tirkiyeyê muswedeyeke demokrasiyê heye." Yuksekdag diyar kir ku hewl tê dayîn bi tirsê civak teslîm bê girtin, lê ew ê destûrê nedin vê yekê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, beriya Konferansa Navendî ya Jinê ya partiya xwe, mijarên di rojevê de ne ji çapemeniyê re nirxand.
ELMANYA HÎTLER
Yuksekdag bal kişand ser gefên Serokkomar li wan dixwe û lêpirsîna têkildarî wan de hatiye vekirin û mînaka Elmanya Hîtler da. Yuksekdag got, "Zexta îro li Tirkiyeyê li akademîsyenan tê kirin, li Elmanya Hîtler diqewimî." Yuksekdag bibîr xist ku akademîsyenan bi tenê gotine 'em şer naxwazin' û got, "Ev yek berpirsyariyeke rewşenbîrtiyê ye. Akademîsyenên ji bo aştiyê daxuyanî dane, berpirsyariya xwe ya rewşenbîrî û hilberîna ramanê, bi cih anîne."
'MUSWEDEYA DEMOKRASIYÊ!'
Yuksekdag da xuyakirin ku AKP îdîa dike li Tirkiyeyê demokrasî heye û got, "Li Tirkiyeyê muswedeyeke demokrasiyê heye. Hewl didin vê muswedeyê weke rejîma rêveberiyê bi me bidin qebûlkirin. Yên vê qebûl nakin jî, rastî operasyonan tên. Akademîsyenan ev qebûl nekirin. Azadiya ramanê parastin, di berdêla vê de jî rastî operasyonên berfireh ên binçavkirinê hatin û tên."
Yuksekdag diyar kir ku li welatekî akademîsyen rastî êrîşê tên, kes nikare qala azadiyê bike û banga destekkirina akademîsyenan kir.
'EM Ê NEHÊLIN KU TIRS TESLÎM BIGIRE'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku hewl tê dayîn bi tirsê civaka Tirkiyeyê teslîm were girtin û destnîşan kir ku ew ê destûra vê nedin. Yuksekdag got, "Di nava vê zilm û tarîtiyê de me dît ku mirovên bi rûmet û wêrek hene. Wê nikaribin welatiyên me yên ji aştî û nirxên însanetiyê bawer dikin, teslîm bigirin. Ez hemû akademîsyenan bi rêzdarî silav dikim. Em dixwazin akademîsyenên hatine binçavkirin tavilê serbest werin berdan û dawî li vê şermê bê anîn."