Li Parlamenta Portekîzê ji bo bîranîna Demîr, Nayir û Ûyar deqeyek rêzgirtinê

Ji bo bîranîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin li Assambleya Neteweyî ya Portekîzê deqeyek rêz hat girtin.

Ji bo bîranîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin li Assambleya Neteweyî ya Portekîzê deqeyek rêz hat girtin.

Pêşniyara ji aliyê yek ji girîngtirîn partiyên çep ên li welêt Bloka Çep (Bloco de Esquerda), bi dengdayîneke ku partiyên rastgir bêalî man, hat qebûlkirin. Piştî dengdayînê, ji bo rûmeta Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Melîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûnar ên li Silopiyayê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin qetilkirin, deqeyek rêz hat girtin.

Di pêşnûmeya pêşkêşî dengdayînê hat kirin û di malpera înternetê ya Bloka Çep esquerda.net de cih girt, hat ragihandin ku qetilkirina sê jinên şoreşger 'delîla wehşeta' otorîteya Tirk li hemberî Kurdan dike ye. Di pêşnûmeyê de hat ragihandin ku nabe ku helwesta Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya ku mafên mirovan û azadiya sivîlan binpê dike, ji nedîtî ve were. Hat destnîşankriin ku divê li dijî bikaranîna argumanên terorîzmê li hemberî gel, têkoşîn were meşandin.

Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di êvara 4'ê Çileyê de li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin.