Akademîsyeneke din a aştîxwaz ji wezîfeyê hat girtin!
Seroka Antropolojî ya Zanîngeha Bartinê Alk. Doç. Dr. Hulya Dogan, ku endama Egîtîm-Senê ye ji aliyê Rektor ve ji wezîfeyê hat girtin.
Seroka Antropolojî ya Zanîngeha Bartinê Alk. Doç. Dr. Hulya Dogan, ku endama Egîtîm-Senê ye ji aliyê Rektor ve ji wezîfeyê hat girtin.
Seroka Antropolojî ya Zanîngeha Bartinê Alk. Doç. Dr. Hulya Dogan, ku yek ji akademîsyenên mora xwe daniye binê belavoka 'Hewldana Akademîsyenan a ji bo Aştiyê' ye, ji aliyê Rektor ve ji wezîfeyê hat girtin.
Şaxê Egîtîm-Senê yê Bartinê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku di 13.01.2016'an de li ser banga dozgeriyê bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kiriye' der heqê Dogan de lêpirsîn hatiye vekirin û weke gumanbar îfadeya wê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de Rektoriyê, endama wan Alk. Doç. Dr. Hulya Dogan ji wezîfeyê girtiye.