ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nasrallah: Wextê diyalogê bi dawî bû
Serokê Şîa yê Lubnanî Seyîd Hasan Nasralah aşkere kir ku Erebîstana Siûdî bi îdamkirina Ayetulah Nemr re dema diyalogê qedandiye. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
Tevî qirkirina fîzîkî, hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Amed, Çewlik, Bedlî, Agirî û Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin, herî kêm 2 kes hatin girtin. -
SGDF'ê li dijî komkujiyan dest bi greva birçîbûnê dike
Endamên SGDF'ê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Encamên civîna Rihayê!
Du roj beriya destpêkirina Kongreya Sûriyeya Demokratîk li Rihayê civînek pêk hat. Civîn bi moderatoriya dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê hat lidarxistin. 15 eşîrên Tirkmen û Erebên Sûnî li hev civandin û Yekîtiya Eşîran ragihandin. -
Beştaş: Ji bo çêkirina Destûra Bingehîn di destpêkê de mercên guncaw divê
Beştaş ji bo nîqaşên li ser destûra bingehîn got, "Di rewşeke ku parlamenter û hevserokên me ji ber bilêvkirina daxwazên li ser destûra bingehîn ketine ber lêpirsînê de, şert û merc nîne ku gel daxwazên xwe yên li ser destûra bingehîn nîşan bide." -
AvEG-Kon'ê li dijî komkujiyan banga berxwedan topyekûn kir
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, banga berxwedana topyekûn kir. -
'Têkiliya gemarî ya YE û Tirkiye wê nikaribe demeke dirêj bidome'
Şahîn diyar kir ku Tirkiyeyê bi zanebûn derî li penaberan vekir û got, "Erdogan dema bi tenê ma, karta penaberên Sûriyeyî xist dewrê. Lê belê ev têkiliya gemarî wê demeke dirêj dewam neke." -
'Nabe ku rojnamevan zimanekî cuda hilbijêre, zimanê aştiyê yek e'
Aydin Engîn da xuyakirin, ku di navbera şer û aştiyê de nabe ku rojnamevan weke 'çavdêrekî bêalî' tevbigere û got, "Hilbijartina zimanekî cuda nabe. Zimanê aştiyê yek e." -
Li dijî êrîşên AKP'ê greva birçîbûnê ya Elewiyan didome
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiya greva birçîbûnê ya Elewiyan dewam dike. -
AvEG-Kon'ê nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' dewr girt
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, dewr girt. -
Kişandina dîmenê bûyerekê bû sedema girtinê
Xebatkare VEDAŞ'ê Servet Cesûr ê ku li navçeya Miksê, di dema girtina derabeyên dikanan ên ji bo şermezarkirina qedexeyên derketina derve de li nav navçeyê digeriya, ji ber ku wê rojê bi telefona xwe dîmen dikişand, hat girtin. -
Li Edeneyê polîsan gule li malê reşandin; 4 kes binçav kirin
Li Edeneyê, polîsan êrîşî ciwanên ku komkujiyên li Kurdistanê protesto dikirin, kirin. Polîsên avêtins er malekê, gule li malê reşandin. Polîsan, 1 jê zarok 4 kes bi îşkenceyê binçav kirin. -
Polîsan êrîşî HDP'yî û HDK'yiyan kirin: 13 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê, endamên HDP û HDK'ê xwestin dorpêçî û êrîşên dewletê yên li Kurdistanê şermezar bikin, lê belê polîsên Tirk êrîşî wan kirin. Di dema êrîşê de 13 kes hatin binçavkirin. -
Razemeniya veşartî ya desthilatdariya AKP'ê: Girtîgeh
Desthilatdariya AKP'ê ji destpêka desthilatdariya xwe û vir ve 91 girtîgehên nû çêkir û hînê li gelek bajaran çêdike. -
Latuff wêneyê 'Elmanya Hîtler' a Erdogan çêkir
Karîkaturîstê navdar Carlos Latuff, der barê daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li ser 'Elmanya Hîtler' de wêneyek çêkir. -
Malbatên leşker û polîsên dîlgirtî: Êdî vî agirî bitefînin!
Malbatên leşker û polîsên zarokên wan ji aliyê gerîla ve hatine girtin, dan xuyakirin, ku yên bûne sedema girtina zarokên wan AKP û dewlet e, ku pêvajoya çareseriyê sekinand û şer roj bi roj mezin dike. -
Dewleta Tirk li Mantes la Jolîe hat şermezarkirin
Li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 16 kes hatin girtin
Li Îzmîr, Bûrsa, Mêrdîn û Kocaeliyê 16 kes hatin girtin. Li Amedê jî polîsên Tirk welatiyê birîndar kirin hat binçavkirin -
Ji Rûsyayê ji bo “zexta li ser Kurdan” daxuyaniya duyemîn
Wezareta Karên Derve ya Rûsya bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirk Tanjû Bîlgîç a “Balafirên şer ên Rûs sivîlan dike hedef” û ev daxuyanî wek ‘absurt’ pênase kir. -
Di cinayeta Tahîr Elçî de ti pêşketin tineye!
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozer da xuyakirin ku ti kesên bi navê bersûc beyana wan hatiye girtin an jî hatine binçavkirin tinene. -
Hevserokên HDP'ê: Em bi hêvî ne, berxwedêr in, bi biryar in
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, ji bo sala nû peyamek weşandin. -
Ji Erdogan mesaja 'wê derew û şer dewam bike'
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya sala nû de got, 'komkujî wê dewam bike'. Erdogan ji bo sivîlên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin got 'terorîst'. -
Ji endamên artêşê yên ji aliyê gerîla ve hatin girtin banga sala nû
Nûçegihanên ANF'ê xwe gihandin 8 ji personelên dewletê yên li herêmên gerîla girtî ne. Personelên dewletê ku yek jê polîs, ên din jî endamên artêşê ne, bi rêya ajansa me banga aştiyê kirin. -
Ji Merkel re nameya 'terora AKP'ê hat şandin
Ji Serokwezîra Elmanyayê Merkel re, li ser terora AKP'ê ya ku li Kurdistanê dimeşîne, nameyek hat şandin. -
HDP'ê 'bîlançoya navberê' ya qetlîamên dewletê weşand
HDP'ê bîlançoya mirovên di meha Kanûnê de ji ber pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê hatin qetilkirin, aşkere kir.