Li navçeya Edene Yuregîrê, ciwanan ji bo şermezarkirina dorpêçî û êrîşên li AKP'ê yên li Kurdistanê, li kolana Çûkûrova ya Taxa Anadolûyê çalakî lidar xistin. Lê belê polîsan bi bombeya gazê bombeya deng, ava şid û fîşekên rastî êrîş kirin. Polîsên ku avêtin ser maleke du qatî ya li vê kolanê, gule li malê reşandin.
1 jê zarok 4 kesên li malê yên navê wan nehat hînbûn, bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku polîsan yek ji binçaviyan ji qatê dudiyan avêtine û 3 jî bi lêdana qundaxa çekê, serê wan şikandine.
Piştî tedawiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nimûne ya TOKÎ, binçavî birin Şaxê TEM ê Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.