Tevî qirkirina fîzîkî, hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Amed, Çewlik, Bedlî, Agirî û Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin, herî kêm 2 kes hatin girtin.
AMED: Li navçeya Amed Sûrê, polîsan danê sibehê avêtin ser Meclîsa Taxa Îskenderpaşayê ku ev 15 roj in çalakiya nobedê lê heye. Di serdegirtinan de 2 kesên li avahiya meclîsê, kesek jî li taxê hatin binçavkirin.
ÇEWLIK: Li Çewikê ji 10 kesên hatin binçavkirin Sozdar Acar û Baran Aydin bi îdîaya "xerakirina sîstema destûra bingehîn" hatin girtin. Parêzerê binçavkiriyan Omer Faûrk Hulaku diyar kir ku polîsan di binê çavan de li muwekîlê wan dane.
BEDLÎS: Li navçeya Bedlîs Xîzanê, tîmên taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li navenda navçeyê û gundên Êz û Xizorkînê. Di operasyonan de rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tetwanê.
AGIRÎ: Li navçeya Agirî Patnosê, di serdegirtinên li malan ên danê sibehê de li Taxa 14 Nîsanê, nûnerê MEYA-DER ê Patnosê Hamdûllah Kiliç û Melek Kartal, Sureyya Kartal û keça wan Nalan Kartal hatin binçavkirin. Her çar kes birin 3. Fermandariya Alayê ya Komando ya Jendermeyan.
ŞIRNEX: Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê avêtin ser hin malên li taxa Şehîd Harûn û bi dehan kes bi zorê ji malên wan derxistin û birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê. Piştî kontrola nasnameyan hin kes hatin sirgûnkirin, bi dehan kes jî di bin navê 'gumana maqûl' de hatin binçavkirin.