Beştaş: Ji bo çêkirina Destûra Bingehîn di destpêkê de mercên guncaw divê

Beştaş ji bo nîqaşên li ser destûra bingehîn got, "Di rewşeke ku parlamenter û hevserokên me ji ber bilêvkirina daxwazên li ser destûra bingehîn ketine ber lêpirsînê de, şert û merc nîne ku gel daxwazên xwe yên li ser destûra bingehîn nîşan bide."

Alîkara Hevserokên Giştî yê yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê û şîdeta li rojavayê welêt li mûxalîfan tê kirin û got, "Di rewşeke ku parlamenter û hevserokên ji ber bilêvkirina daxwazên li ser destûra bingehîn ketine ber lêpirsînê de, şert û merc nîne ku gel daxwazên xwe yên li ser destûra bingehîn nîşan bide."

AKP/Qesrê, di nava rewşeke ku her roj mirov jiyana xwe ji dest didin de, pêvajoya nîqaşkirin destûra bingehîn a nû da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin bi CHP û MHP'ê re kir. Daxwza hevdîtina bi HDP'ê re jî betal kir.

Gelo di nava şert û mercên şer de çêkirina destûrea bingehîn pêkane? Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş bersiva vê da.

Beştaş bibîr xist ku daxwaza wan a li ser destûra bingdehîn a demokratîk ku hemû cihêreng, ziman û baweriyan vedihewîne û ji azadiya jinê pêk tê, hînê derbasdar e û got, "Destûra bingehîn a niha destûra bingehîn a darbeyê ye û destûreke bingehîn a tekparêz e."

Beştaş der barê nîqaşên di medyayê de li ser destûra bingehîn tên kirin de got, "ev yek nîqaşeke sparîşkirî ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev sparîş veşartî jî nîne. Bi mehan e bi awyekî vekirî, ji dema hilbijartinên Serokkomariyê û vir ve xeyala serokbûyînê di her kêliyê de hat îlankirin. Niha jî bi zanebûn dîsa xistin rojevê."

'ROJEVEKE SÛNÎ TÊ AFIRANDIN'

Beştaş qedexeyên derketina derve yên li bajarên Kurdan hatine îlankirin bibîr xist û got, "Li cihên derketina derve hatiye qedexekirin, jin, zarok, ciwan tên qetilkirin. Azadiya kesî ya nêrîn û ramanê nîne. Cenazeyên me nikarin werin rakirin, desthilatdarî cenazeyan dike mijara bazariyê. Rojnamevan tên girtin. Dayîna daxuyaniya çapemeniyê jî tê qedexekirin. Mîna ku ev hemû naqewime, qala nîqaşa destûra bingehîn dikin, ku tuyê bêjî qey gel daxwazên xwe yên li ser destûra bingehîn bi awayekî azad, îfade dike. Çapemeniya mûxalîf ne di navê de, hemû organên din ên çapemeniyê ji her alî ve rewşê ji nedîtî ve tên û bi vî rengî hewl didin rojeveke sûnî biafirînin."

Beştaş bal kişand ser lêpirsînên ji ber deklarasyona xwerêveberiyê a di kongreya KCD'ê de hat aşkerekirin û got, "Hevserokên me jî di nav de li hemberî hemû rêveber û parlamenterên partiya me lêpirsîn dan destpêkirin. Daxwazên di wê daxuyaniyê de cih digirin, daxwazên li gorî destûra bingehîn in. Daxwazên ku beriya niha çû be destê Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn. Daxwza xwerêveberî, zimanê dayikê û mafên nasnameyê, nîqaşek li ser destûra bingehîn e."

'JI BO ÇÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN DIVÊ ŞERT Û MERCÊN GUNCAW BÊN AMADEKIRIN'

Beştaş ragihand, ku ji bo destûra bingehîn bê çêkirin divê şer were sekinandin û derfet werin afirandin ku daxwazên li ser destûra bingehîn werin nîqaşkirin. Beştaş got, "Ne tenê sekinandina şer, pêwîste atmosfereke azad a nîqaşê were afirandin."

Beştaş di dawiya axaftina xwe de got, "Di nava rewşeke ku parlamenter û hevserokên me ji ber daxwazên xwe yên li ser destûra bingehîn bilêvkirin e ketin ber lêpirsînê de, şert û mercên gel ên ji bo bilêvkirina daxwazên xwe nîne. Pêwîste beriya her tiştî rêya vê were vekirin. Divê têkiliya pirsgirêka Kurd bi demokrasiya Tirkiyeyê re bê dîtin û ji nû ve veger li muzakereyê bê kirin. Di rewşa şer de, ku her roj mirov jiyana xwe ji dest didin, nepêkane ku destûra bingehîn bê çêkirin."