ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyonên qirkirinê: Nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin. -
Ûlûsoy: Xwerêveberî rêya ber bi demokrasiyê ye
Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy destnîşan kri ku berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana li dijî dîktatoriya AKP'ê û darbeya Qesrê ye û got, "Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin." -
'Ya em ê bibin DAIŞ, yan jî em ê bibin Kobanê'
Kedkarên tenduristiyê yên ku li dijî dorpêçiya li Kurdistanê ji bo rojekê grev kirin, xwe amade dikin ku di 31'ê Kanûnê de ji çar aliyên Tirkiyeyê, ji bo parastina jiyanê biçin bajar û navçeyên ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin. -
Dewleta Tirk li Bernê hat protestokirin
Li Bernê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat şermezarkirin. -
Li Înnsbrûckê, bi şanoya li kolanan bal hat kişandin ser komkujiyan
Li bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê, ji bo bal were kişandin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, lîstika şano li kolanan hat pêşkêşkirin. -
TAYD-DER: Di sala 2015'an de polîtîkaya li girtîgehan li hemberî civakê hat meşandin
Hevserokê TAYD-DER'ê Karbadag da xuyakirin, ku sala 2015'an ji bo girtiyên nexweş û ji aliyê girtîgehan ve ne saleke serketî bû û got, "Polîtîkayên li girtîgehan êdî li hember tevahiya welêt tên meşandin. Saleke dirêj û bi têkoşîn li benda me ye." -
Der barê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn
Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan ulusoy de ji ber axaftinên wan ên Civîna Giştî ya KCD'ê de lêpirsîn hate destpêkirin. -
Bi sedhezaran kedkaran terora AKP'ê şermezar kirin
Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB'ê bi sed hezaran kedkaran îro dest ji kar berdan û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin. -
Polîsan êrîşî Baranê ku qetilkiribûn kirin
Konê sersaxiyê ji bo Sedat Baran ê li Mersînê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin hat vedan, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Li ser bersivdayina ciwanan, polîs neçar man vekişin. -
Di sala 2015'an de 110 rojnamevan hatin qetilkirin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas da xuyakirin, ku di nava sala 2015'an de 110 rojnamevan hatine qetilkirin. -
Çete ji Minbicê direvin Tirkiyeyê
Çeteyên ji Minbicê direvin, di ser Cerablûsê re derbasî Tirkiyeyê dibin. Hat ragihandin, ku çete li cihê jê direvin mayînan diçînin. -
Li Swêdê çalakiya 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' hat lidarxistin
Çalakiya duyemîn a bi navê 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' ya li ser komkujiyên dewleta Tirk aniye serê şoreşgeran, Kurdan, Elewî û mûxalîfan, li bajarê Swêd Ûppsalayê hat lidarxistin. -
'Krîza penaberiyê herî kêm wê deh salên din bidome'
Şahîn bal kişand ser mecbûriyeta sekinandina şerê li Rojhilata Navîn û got, "Xeteriya mezin, eger ev şer nesekine wê destpê bike. Li Sûriyeyê hînê 7 mîlyon mirovên ji cih û warên xwe koç nekirine, hene. Krîza penaberiyê wê deh salên din bidome." -
Davûtoglû, windahiyên leşker û polîsan îtiraf kir
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, kuştina bi sedan leşker û polîsên di şerê li Kurdistanê didome de îtiraf kir. -
Li Okmeydani bîranîna Roboskiyê: Bi bêdengiyê, wê qetlîam belavî her cihî bibin!
Li Stenbolê HDP-HDK’ê qetlîama Roboskiyê bi aktivîteyekê şermezar kirin. Di aktivîteyê de hat destnîşankirin kur îro li hemû herêmên Kurdistanê dewleta Tirk dest bi qetlîaman kirine, banga “Bêdeng nemînin” hat kirin. -
DEM-GENÇ'ê komkujiyên Roboskî û yên dema dawî protesto kir
Meclîsa Wanê ya DEM-GENÇ’ê komkujiya Roboskî û qetlîamên dewam dawî protesto kir. Di çalakiyê de hat xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. -
Li Stuttgart ji bo Erbay, Oter û Şahîn ên MLKP’yî bîranîn
Erbay, Oter û Şahîn ên MLKP’yî li Stuttgartê hatin bibîranîn. -
Dewleta Tirk li Madrîdê hat protestokirin
Li paytexta Spanya Madrîdê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin. -
Êrîşên li Edeneyê hatin şikandin
Li navçeyen Edene Yuregîr û Seyhanê, bûyerên ji ber êrîşa polîsan a li hemberî xwepêşandanên protestoyî destpê kirin, heta ber destê sibehê dewam kirin. -
Du şoreşgerên jin ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin li Bernê hatin bîranîn
Du şoreşgerên jin ên li Stenbolê ji aliyê polîsên AKP'ê ve hatin qetilkirin û şervanê MLKP'ê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) ê li rojava jiyana xwe ji dest da, li Bernê hatin bîranînê. -
Bîlançoya şer a salê û fiyaskoya AKP'ê
Di berxwedana sala 2015'an a gelê Kurd de pêngava nû, bi îlanên xwerêveberiyê û xwenîşandana YDG-H'ê re destpê kir. -
'Ji Bodrûmê heta Amedê ber bi aştiyê ve dimeşim'
Endamên Însiyatîfa ber bi Aştiyê ve dimeşim a Bodrûmê, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên di bin navê "qedexeya derketina derve" de li Kurdistanê tên kirin û ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet, ji Bodrûmê dimeşin Amedê. -
Li Mersîn û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Li Mersîn û Stenbolê di serdegirtinên malan de gele kes hatin binçavkirin. -
Di ser Roboskî re leşker hatin veguhastin
Ji Şirnexê ber bi Elkê û Colemêrgê ve duh êvarê gelek leşker di ser Roboskî re hatin veguhastin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Ewropayê hatin protestokirin
Bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên li Kurdistanê û silavkirina berxwedanê, li hin bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.