Bi sedhezaran kedkaran terora AKP'ê şermezar kirin

Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB'ê bi sed hezaran kedkaran îro dest ji kar berdan û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin.

Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB'ê bi sed hezaran kedkaran îro dest ji kar berdan û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin.

AMED 

Yek ji çalakiyên herî mezin a Kurdistanê li Amedê hate kirin. Bi hezaran kesên di pêşengiya KESK, DÎSK û TMMOB'ê de civiyan, ber bi navçeya Sûrê ve ku ev 28 roj in rewşa awarte berdewam dike meşiyan. Polîs li Qada Şêx Seîd rê li ber girseyê girt û li ser vê yekê çalakiya rûniştinê hate kirin. 

Li ser navê KESK'ê Gulîstan Akay axîvî û balê kişand ser polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û got ev 5 meh in siyaseta înkarê hewl dide ku gel tine bike. Serokê Tarim ORKAM-SEN'ê Hamît Kurt jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dest bi komkujiyan kiriye û got "Em duh teslîm nebûn, îro jî teslîm nabin." Li navçeyên Farqîn, Licê û Bismilê jî der barê çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. 

ENQERE

DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ku li hemberî şerê li Kurdistanê tê meşandin rojekê dest ji kar berda, der barê çalakiyê de li Qada Sakaryayê daxuyanî dan. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiya ku bi hezaran kes tevlî bû. Di çalakiyê de ji bo piştgiriya berwedana cewherî ya li Kurdistanê, dirûşmên wek "Gelê Botanê ne tenê ye" û "Wê ev dorpêç bişkê, gelê Kurd biserveke" berz kirin. 

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen di daxuyaniyê de axivî ji bo aştiyê banga têkoşîna hevpar kir. Ozgen destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê j bo rejîmeke otorîter ava bike ji şerê navxweyî ketiye nav hêviyê û wiha axivî: "Yên ku bîatê hêza desthilatdariyê dikin û şîrikatiya wan dikin herî kêm qasî wan sûcdar in. Bila yên şer dixwazin, komkujî û kuştinan dikin bizanibin ku emê bi destê birayên xwe bigirin, em ê di her şertî de bi hev re bin û bi hev re têkoşînê bidin."

STENBOL

Li Stenbolê jî li hemberî dorpêç û qedexeya derketina kolanê ya li Kurdistanê, endamên DÎSK, KESK û TMMOB'ê li ber Şaredariya Kadikoyê li hev civiyan. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, Halkevlerî û gelek sendîka jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Li hemberî faşîzmê mil bi mil" û "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" hate berzkirin.

Girseya ku xwest heya Îskeleya Kadikoyê bimeşe rastî astengiya polîsan hat. Li ser vê yekê, daxuyanî li ber şaredariyê hate dayîn. 

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose di axaftina xwe de diyar kir ku li Kurdistanê her roj jin, zarok û pitik têne qetilkirin û komkujî tê kirin. Kose bi gotinên "Emê destên xwe ji birayên xwe nekin. Pêşeroja me hevpar e" banga hevgirtina bi Kurdistanê re kir. 

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî diyar kir ku ewê li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê aşitiyê biparêzin û wiha axivî: "Dîrok ji me pirsek dike. Hun li gel Miray in an jî li gel qesrê ne. Bila soza mi ji Miray û hemû rêhevalan re be ku emê îxtîdara kedê û biratiyê ava bikin."

Piştî axaftinan, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevkê TMMOB'ê Suleyman Solmaz ve hate xwendin. Solmaz diyar kir ku ewê li hemû qadan dengê xwe li hemberî şer bilind bikin.

MERSÎN 

Bi hezaran kedkarên ku li Ozgur Çocuk Parkê kom bûn ji bo piştgiriya xwerêveberiyên li Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên li dijî xwestin ber bi avahiya AKP'ê ya Akdenîzê ve bimeşin. Hevşaredarên Akdenîzê Fazil Turk û Yuksel Mutlu û gelek nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya dest bi meşê kirin ji bo biçin avahiya AKP'ê ya Akdenîzê cadeya Îstîklalê li trafîkê re girtin û li vir polîsan pêşiya gel girtin. Piştî hevdîtinan tenê ji bo meşa li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsînê destur hate dayîn. Dema ku girse hate ber şaredariyê dîsa polîsan pêşiya gel girtin. Polîsan xwestin daxuyanî li cadeyê bê dayîn. Li ser vê yekê girseyê bi dirûşma "Ne ji aştiyê re ji çeteyan re barîkat" berz kir. Ji ber ku di hevdîtinan de encam derneket daxuyanî li riya peravê hate dayîn. 

Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Mersînê Kenan Hazar daxuyanî da û helwesta polîsan şermezar kir. Hazir xwest ku şerê li dijî gel hatiye vekirin bê rawestandin, ew alîgirên aştiyê ne û peywira wan temaşekirina mirinan na jiyandina mirovan e. 

Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan ve belav bû. 

Li aliyê din li Mersînê ajokar û karkerên ku li şîrketên naqliyeyê yên Mêrsînê dixebitin jî piştgirî dan xwerêveberiyên li Kurdistanê û dev ji kar berdan. Xebatkarên şîrketên naqliyeyê dowîzên "Gelê kurd ne tenê ye" "Ji şer re na, aştî niha" vekirin û ji qada Îstasyonê heta Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsînê ve meşiyan. 

EDENE

Kedkarên ku li Parka Înonuyê kom bûn xwestin heta Parka Ataturkê bimeşin û qatlîamên li Kurdistanê şermezar bikin. Lê polîsên ku Parka Înonuyê dorpêç kirin, gotin ji ber ku beriya meşê nehatine agahdarkirin niha li Edeneyê cenezayekî leşkerekî heye û ji ber vê yekê jî nikarin desturê bidin meşê. HDP, CHP, HDK, Baroya Edeneyê û gelek welatiyan piştgirî dan meşê. Ji ber ku polîsan destur nedan meşê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Dema çalakiya rûniştinê de Endamê MYK a KESK'ê Ramazan Gurbuz axivî û got ku ew wekî sendîka û rêxistinên pîşeyî naxwazin tu kes bimirin û alîgirên aştiyê ne. Piştî axaftinê girseyê balonên spî firandin û çalakî bi çepikan bi dawî bû.

HATAY

Li navçeya Skenderûn a Hatayê jî kedkaran xwestin bimeşin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku xwest ji cadeya Ulucamî heta serbihorka cdeya Şehît Pamîr bimeşin ji aliyê polîs û wesayîtên TOMA'yê ve hate birîn. Girseyê li ser vê yekê çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê ya 20 deqîqeyan çalakî bi "Li dijî faşîzmê mil bi mil" bi dawî bû. 

Li navçeya Antakyayê ya Hatayê jî bi sedan kesên ku li Koprubaşi kom bûn bi sedan kesan qatlîamên li Kurdistanê hêzên dewletê pêk tînin şermezar kirin. Serokê DÎSK'ê ya Hatayê Yusuf Berk li vir axivî û qatlîamên ku hêzên dewletê Pêk tînin şermezar kir wiha got: "Ji bo jiyandin û jiyankirinê deng bide aştiyê."

Li Şirnex, Sêrt, Xarpêt, Dersim, Mêrdîn, Wan, Mûş, Colemêrg, Bedlîs, Îdir, Dîlok, Semsûr, Riha, Edirne, Kocaeli di serî de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi dehhezaran kes daketin kolanan û li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê dengê xwe bilind kirin.