ROJANE
Hemû Nûçe
-
Stêrka li Rojhilata Navîn dibiriqe: Kurd
Di sala 2015'an de bûyer û qewimînên girîng derketin holê, ku hemû hêzan derfet dîtin ji aliyê xwe ve binixînin. -
Xizmên windahiyan: Erdogan û Davûtoglû kujer in; ne rewa ne
Malbatan tevî ÎHD'ê, hesabê windahiyan û yên hatine qetilkirin, pirsîn. Malbat û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê daketin kolanan û qetlîamkeriya dewletê şermezar kirin. -
Dayikên Şemiyê: Ranezê Tirkiye!
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û bixwazin ku kujer werin darizandin, di hefteya 561. de li edaletê geriyan. -
Dewleta Tirk hejmara tîmên xwe yên li Amedê zêde kir
Dewleta Tirk a ku 25 roj in nikare berxwedana gel a li Sûrê bişikîne, hejmara hêzên xwe zêde dike. Gelek polîsên tîmên taybet ên Tirk duh êvarê anîn Amedê. -
Nêçirvan Barzanî îro diçe Tirkiyeyê
Nêçirvan Bazanî wê îro danê nîvro li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. -
Berxwedêrên xwerêveberiyên Bakur li Swêdê hatin silavkirin
Zêdeyî hezar Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ji bo şermezarkirian êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û silavkirina berxwederên xwerêveberiyê çalakiyek lidar xistin. -
Gerîlayên jinên komunîst li Londonê hatin bîranîn
Gerîlayên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên di şeva 22'ê Kanûnê de di serdegirtina maleke li Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan, li Londonê hatin bîranîn. -
Êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyên girseyî tên protestokirin
Komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin. -
Li Hambûrgê bîranîna qurbaniyên komkujiyên Mereş, Girtîgeh û Roboskî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, mirovên di komkujiyên meha Kanûne de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Li ser mijara komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî panelek hat lidarxistin. -
Demîrtaş: ji kurdên mirî jî ditirsin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş li meclisê piştî sondxwarinê axivî û gotinên AKP’ê bi tundî rexne kir. -
Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
Li Îdirê di serdegirtinên danê vê sibehê yên li malan de, rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. -
HDP: Em Şerafettîn Elçî bi hesret û rêzdarî bibîr tînin
HDP'ê ji ber salvegera wefata Şerafettîn Elçî peyamek weşand. -
Sosyalîstan destek dan daxwaza xweseriyê
Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy û Seoka Giştî ya Partiya EMEK'ê Selma Gurkan ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku divê hurmet ji mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe re bê dayîn. -
FEDA'yê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
FEDA ji bo meşa roja 26'ê Kanûnê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê banga beşdariyê kir. -
ATÎK: Em berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê silav dikin
ATÎK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Di daxuyaniyê de komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin hatin şermezarkirin û banga destekkirina gelê Kurd hat kirin. -
Yekîtiya Hêzê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo meşa sibe ya li Dusseldorfê, ku wê bi armanca destekkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Gelo çi li 17 kêliyê dîmenên înfaza Elçî hatiye?
Di dîmenên ku têkîldarî dema qetilkirina Tahîr Elçî ku bi du kamerayên cuda hatine kişandin hate îdiakirin ku dîmenên 17 kêlî tine ye. -
Yuksekdag: Berxwedana xwerêveberiyê li dijî darbeyê berxwedana sivîl e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku berxwedana xwerêveberiyê, li dijî darbey adesthilatdariya AKP/Qesrê, berxwedaneke gel a sivîl e. -
Polîsan li Tarsûsê nikarîbû berxwedanê bişikînin
Li Tarsûsê ev 4 roj in bi pêşengiya jinan, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakî tên lidar xistin. Polîsên ku nikarîbûn vê berxwedanê bişikînin, ji taxan vekişiyan. -
2 kes hatin girtin, 18 kes hatin binçavkirin
Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê li bajarên Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Di operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin de 2 kes hatin girtin, 18 kes jî hatin binçavkirin. -
Li Derya Egeyê 8 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 14 winda ne
Keştiyek ji penaberan a ji Dîkîlî ya Îzmîrê diçû Yewnanîstanê, li Derya Egeyê binav bû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî windan e. -
Ersanli: Parçebûn ne bi xweseriyê, bi şîdeta dewletê dibe
Profesor Buşra Ersanli rewşa dawî ya li Kurdistanê, daxwaza xweserî/xwerêveberî ya tevger û gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand. Ersanli destnîşan kir, ku xwerêveberî, ji bo rêvebirina xwe bi xwe ya mirovan, rêbazeke hemdem e. -
Qetilkirina jinên şoreşger li Hambûrgê hat şermezarkirin
Qetilkirina du jinên şoreşger li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk, li bajarê Elmanya Hambûrgê hat protestokirin. -
MŞD û ADHF ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin
MŞD û ADHF, ji bo meşa 26'ê Kanûnê roja Şemiyê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk tên protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarên Essen, Mannheîm, Dortmûnd ên Elmanya û paytexta Fransa Parîsê hatin protestokirin.