ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Mersînê Hevşaredar Turk û bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Mersînê polîsên Tirk avêtin ser malan û di encamê de Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî di nav de bi dehan kes kirin binçavan. -
Li Den Haagê dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarê Den Haag ê Holanda ji bo protestokirina êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd çalakiyek li pêşiya parlementoya neteweyî hat lidarxistin. -
Li Ûppsala dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi xwepêşendanekê ve êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin. -
Li Dûîsbûrg ji bo Sûrê çalakî
Li bajarê Dûîsbûr ê Elmanya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûrê bi mîtîngekê hat protestokirin. -
Li Ûşakê komên DAIŞ û polîsên Tirk êrîşî xwedekarên welatparêz kirin
Di Kampusa Zanîngeha Ûşakê li ser daxuyanî dayîn komek hevkarên DAIŞ’ê ya li Kampusê, xwedekaran bertek nîşan da. -
Ciwanan ji bo protestokirinê tramvay dagir kirin
8 ciwanên ku qetlîamên li Kurdistanê protesto dikirin, tramvaya li Tunelê dagir kirin. Polîsan xwendekar binçav kirin. -
ODTU got ‘Kurdistan ne bi tenê ye’
Xwendekarên ODTU bi pankarta, “Kurdistan ne bi tenê ye” hewl dan ber bi Qesrê bimeşin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. -
Gelo Tîma Esedûllah vê carê jî li Şaxê amadekariya komkujiyan dike?
Tîmên Esedûllah ku beriya niha li Cizîr û Silopiyayê nivîs li ser dîwaran nivîsandin, vê carê li navçeya Wan Şaxê derketin holê. -
Ji bo dibistana li Kobanê ji saziya alîkariyê ya Fransayê destekek watedar
Komeleya bi navê Kîwanîs a ku li Fransayê ji bo zarokên nikarin biçin dibistanê alîkariyê dide çêkirina dibistanan, biryar da ku ji bo zarokên Kobanê alîkariyê bike û ji bo çêkirina dibistanê bixebite. -
Siwîsre ji bo Kurdistanê li ser piyan e
Li gelek navendên Sîwîsreyê, êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin. -
Ji bo DÎHA cara 26. asteng
Di pêvajoya ku li bajarên Kurdistanê pêkanînên şerê topyekûn pêş dikeve de, Ajansa Nuçeyan a Dîcleyê DÎHA ku hewl dida rastiya şer bigihîne gelên Tirkiyeyê, bi biryara TÎB'ê cara 26'emîn hate qedexekirin. -
Li Parlamentoya Swêdê ji bo protestokirina dewleta Tirk çalakiya rûniştinê
Ji bo protestokirina dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên li hember bajar û navçeyên Kurdistanê û piştevaniya bi gelên Sûr, Nisêbîn û Cizîrê, komek ciwanî li Parlamentoya Swêdê çalakiya rûniştinê li dar xist. -
Polîsan êrîş birin ser protestoya li Stenbolê
Endamên Konfederasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ên li Stenbolê qetlîamên li Kurdistanê û qedexeyên kolanan protesto dikir, rastî êrîşa polîsên Tirk a bi copan hat. -
Li Ewropa çalakî didomin: AKP’e wê berdêlê wê bi giranî bide!
Kurdistaniyên li Ewropa, xwedî li berxwedanên xwerêveberiyê derdikevin, protestokirina AKP’ê didomînin. -
Girtiyê PKK'ê Ozkan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê PKK'î yê bi navê Cemal Ozkan li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê jiyana xwe ji dest da. -
Sînemavan: Em bi endîşe bûyerên li Kurdistanê dişopînin
Sînemavanan bal kişandin ser komkujî û şerê dijwar ê li Kurdistanê diqewimin û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku li benda mirina mirovan a di şerê qirêj de, nesekinin. -
Li peravên Egeyê cenazeyên 2 zarokên din hatin dîtin
Masîgirên li Çeşmeyê xwe berdan nava deryayê, cenazeyên 2 zarokan dîtin. -
Parêzerê Mandela: Divê her kes xwedî li Ocalan û doza wî derkeve
Parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa ji ANF'ê re axivî. -
Hêrsa li dijî êrîşên dewleta Tirk, li Ewropayê mezin dibe
Kurdistaniyên li Ewropa qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bêdengbûyina raya giştî ya Ewropa li gelek navendan protesto dike. -
HDP’ê ji bo Amed, Mêrdîn û Şirnexê heyet ava kir
HDP’ê li hember qedexeyên kolanan ên li navçeyên Amed, Şirnex û Mêrdînê didomin, heyetên ku ji wekîlan pêk tên, ava kir. -
Li Ewropa ji bo xwerêveberiyan çalakî
Pêkanînên terorî yên hikûmeta AKP’ê yên li dijî Kurdistanê, li welatên cuda hatin protestokirin. Li Elmanya, Siwîsre û Qibrisê, Kurdistanî û dostên wan, AKP’e protesto kirin, berxwedana xwerêveberiya gel silav kirin. -
Zextên li girtîgehan her ku diçe girantir dibe
ÎHD û TÎHV'ê Rapora Îhlalên Mafan a girtîgehan ragihand raya giştî. Di raporê de tê gotin ku pêvajoya siyasî yek bi yek li ser girtîgehan bandor dike. -
Terora AKP'ê li ber Meclîsê hat şermezarkirin
Komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li ber avahiya Meclîsê hatin şermezarkirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan xwest tecrîd bê rakirin û muzakere were destpêkirin. -
Koma Çep û Keskan a PE dewleta Tirk bi tundî rexne kir
Koma Çep û Keskan a PE bi daxuyaniyekê, dewleta Tirk a ku komkujiyan li Kurdistanê dike, bi tundî rexne kir. Di daxuyaniyê de her wiha xemsariya welatên Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî şîdeta li Kurdistanê hat rexnekirin. -
HDP'ê 'veguhastina leşkerî' ji hikûmetê pirsî
Parlamenterê HDP'ê Encu, veguhastina leşkerî ya li Kurdistanê xist rojeva Meclîsê. Encu got, "Li hemberî kîjan hêzê, hûn ewqas leşkeran li bajaran bi cih dikin. Li hemberî we hêzeke ewçend mezin heye?"