Hêrsa li dijî êrîşên dewleta Tirk, li Ewropayê mezin dibe

Kurdistaniyên li Ewropa qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bêdengbûyina raya giştî ya Ewropa li gelek navendan protesto dike.

Kurdistaniyên li Ewropa qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bêdengbûyina raya giştî ya Ewropa li gelek navendan protesto dike.

Li bajarê Innsbrûck ê Avûstûrya stasyona navendî, li bajarê Dusseldorf ê Elmanya jî balafirgeh hat dagirkirin. Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn jî çalakiya rûniştinê li dar xistin.

INNSBRUCK

Li bajarê Innsbrûck ê Avûstûrya, Kurdistaniyên bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev, HBF dagir kirin.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanya jî Kurdistaniya Balafirgeha Dusseldorf dagir kirin. Çalakiya di saet 19.00’an de destpê kir, saetekê dom kir.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanya jî girseya ku di pêşengiya Meclîsa Jinan a Sara hatin cem hev, li Balafirgeha Bonn çalakiyê li dar dixin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev û li Stasyona Trenê ya Kopenhagê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Kurd û dostên wan ên li Danîmarka dijîn jî wê sibehê li Odense mîtîngê li dar bixin. Roja Şemiyê jî saet 13.00’an wê li Stasyona Svanemollen bi meşa heta Konsolosxaneya Tirk û mîtîngê bidome.

LONDRA

Bi sedan Kurdistanî û dostên wê li paytexta Îngîltere Londra li qada Trafalgar hatin cem hev. Di çalakiyê de dirûşmên piştgiriya xwerêveberiyê hatin gotin, berxwedana Kurdistanê hat silavkirin. Girseyê piştre, ji stasyonên herî çûyin û hatin zêde ya Londrayê, Leîcester Sqûare dagir kir. Girseyê li vir tûrnîke girtin, bi polîs û wezîfedaran re alozî derket. Rêwiyan bi çepikan piştgirî dan girseyê.

ANVERS

Li bajarê Anvers ê Belçîka terora dewleta Tirk hat protestokirin.
Endamên Komaleya Kurd û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li bajarê Anvers, li pêşiya Gara Trenê ya Navendî hatin cem hev, dest bi çalakiyê kirin.

Di çalakiya ku dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” hatin berzkirin de polîsan mudaxeleyî çalakvanan kir.

Piştî polîsên Belçîkayî agahiyên nasnameyên çalakvanan girt, çalakvan serbest berdan.