ROJANE
Hemû Nûçe
-
YDG-H: Wê xendek neyên girtin
YDG-H diyar kir ku wê xendek neyên girtin, bang li gelê Kurd kir ku qadên berxwedan lê didome bernedin. -
Endamê PE’yê Mîke: Tirkiye petrola DAIŞ’ê bi nîv buhayî dikire
Parlamenterê Polonyayî yê ji Parlamenta Ewropa Yanoj Korvîn Mîke diyar kir ku Erdogan û malbata xwe hevkarên petrola qaçax a DAIŞ’ê ne. -
Dewleta Tirkiyeyê li Bexdayê bi xwepêşandanekê hat protestokirin
Komeke ji Iraqiyan a li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê kom bû xwest, leşkerên Tirk demildest ji welatê wan derkevin. -
Li Îtalyayê komkujiyên Gladyo û Dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, di salvegera qetilkirina 17 kesan ji aliyê Gladyo ve di 12'ê Kanûna 1969'an de, bi dehan saziyan çalakiyeke hevpar lidar xistin. Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn jî, destek dan çalakiyê. -
Ji rojnameyên Elman nûçeyên bêbingeh!
Rojnameyên Elman ên bi navê Tageszeîtûng Munchen û Abendzeîtûng Munchen, der barê welatparêzê Kurd Omer Kalayci yê hat girtin de nûçeyên bêbingeh weşandin. -
Çandar: Tirkiye bû sedema ku DAIŞ pereyan qezenç bike
Li panela Viyanayê pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin. -
Fîsas: Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e
Fîsas di Konferansa Derfetên Derbaskirina Qrîzê û Pêvajoya Çareseriyê de axivî û wiha got: “Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e.” -
Ji KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê
Ji Hevserokatiya KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê û xwerêveberiyê ava bikin. -
Li Parîsê li hember êrîşên AKP’ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Parîsê ji bo protestokirina dagirkerî û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê yên ku li dijî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. -
‘Kurê min qetil kirin, îşkence li bavê wî kirin’
Xizmên windahiyan ên Bakurê Kurdistanê, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin. Malbatan, li Colemêrg û Şirnexê hesab ji dewletê xwestin. Turkan Elçî ya beşdarî çalakiyê bû, bang kir ku “Qatilan aşkera bikin”. -
‘Ez bi dapîra xwe re ev 22 sal in li bavê xwe digerim!’
Dayikên Şemiyê di hefteya 559. a lêgerîna edaletê de hatin cem hev. Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku 22 sal berê hat windakirin hat pirsîn. -
Qetilkirina Elçî li Lûzern hat protestokirin
Di pêşengtiya Ciwanên Azad de komek ciwan li bajarê Lûzern ê Siwîsreyê kom bû, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî protesto kir, daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin. -
Ji Parlamenta Awûstûryayê biryara dîrokî ya ji bo Kobanê û Şengalê
Parlamenta Awûstûryayê, ji alîkariyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û Şengalê, biryarnameya ket rojeva Civata Giştî ya Meclîsê bi biryara hevpar a hemû partiyan, erê kir. -
Nerazîbûna li hemberî hewldanên ajankirinê yên li Hambûrgê
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanya ye, li hemberî Kurdan di nava hewldanên ajankirinê de ye. Nerazîbûnên li hemberî van hewldanan jî zêde dibin. -
Tûncel: Rojavayê Tirkiyeyê ji guhertinê re amade ye, pirsgirêk di vîna pêşeng de ye
Tûncel diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, pêvajoya şer a piştî 7'ê Hezîranê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, rast pênase nekirine û got, "Nêrîna 'Xwerêveberî pirsgirêka Kurdan e, divê were destekkirin' rola pêşengiyê asteng dike." -
Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
Xizmên girtiya siyasî Semîra Dîrekçî ya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin, di dema serdanê de rastî heqaret û zexta 'lêgerîna tazî' ya personelên girtîgehê hatin. -
Li Rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê 3 lêpirsîn, 9 doz
Hacay Yilmaz piştî ku bû rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê 9 doz lê hatin vekirin û ket ber 3 lêpirsînan. Yilmaz diyar kir ku doz hemû siyasî ne û got, "Eger karê ez dikim sûc be, ez ê vî sûcî her dewam bikim." -
Li Stenbolê li hember wesayîta leşkerî êrîş: Serbazek birîndar bû
Li Taxa Nûrtepe ya navçeya Kagithane ya Stenbolê bi çekên lûle dirêj li hember wesayîta leşkerî çalakî hat lidarxistin. -
Faşîstan êrîş birin ser konê berxwedanê: 3 birîndar hene
Konê karkeran ên ku li Zanîngeha Çûkûrova ji kar hatin avêtin û li wir li ber xwe didin rastî êrîşa faşîstan hat, 3 karker birîndar bûn. -
Li Mêrsînê 38 xwendekar hatin binçavkirin
Xwendekarên sosyalîst, şoreşger û welatparêz ên Zanîngeha Mêrsînê ku êrîşên nijadperestan şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşa polisan de 38 xwendekar hatin binçavkirin. -
Iraq ji NY re giliyê Tirkiyeyê dike
Serokwezîr Haydar El Ebadî ji bo serlêdanê talîmat da Wezareta Karên Derve. -
Parastina polîsê ku Kazanhan qetil kir: Ew bê guneh bû
Di rûniştina 4’êmîn a doza Kazanhan de polisê girtî M.N.G. di parastina xwe got: "Kazanhan zarokekî bê gûneh bû, lê min ne bizanebûn gule berdanê." -
Kampanyaya ‘Bila Muzakere destpê bikin ji Ocalan re Azadî’ destpê kir
Li Îzmîrê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TAYDER): “Starta Kampanyaya ‘Bila Muzakere destpê bikin ji Ocalan re Azadî’ hat dayîn.” -
‘Sîstema înfazê ya girtîgehan îflas kiriye’
Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ji bo piştgiriya bi girtiyên nexweş re û balkişandina ser binpêkirina mafên li girtîgehan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. -
Çepa Yekbûyî ya Spanyayê: Em destekê didin xweseriya Kurdan; PKK ne terorîst e
Izquierda Unida (Çepa Yekbûyî) ya Spanyayê, di bernameya xwe ya hilbijartinê de xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.