ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dema Elçî hat qetilkirin, kameraya polîs dîmen nekişandiye!
Di dema qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de, kameramanê polîs ê dîmenê daxuyaniya çapemeniyê dikişand, kêliya qetilkirina Elçî 'nekişandiye'. -
Îranê gaza dide Tirkiyeyê nîvînîvî kêm kir
Îranê, 30 mîlyon metrekûp gaza ku rojane dişîne Tirkiyeyê, nîvnîv kêm kir. Rayedarên Îranî gotin, "Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê, pêwîstiya navxweyî ya bi gazê zêde bû", lewma biryareke bi vî rengî stendine. -
Ji bo girtiyên siyasî li Mannheîmê mîtîng hat lidarxistin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, li dijî êrîşên li hemberî SDGF'yî û ESP'yî, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê, mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya girtiyên siyasî yên Kurd
Ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên li Elmanyayê tên ragirtin, NAV-DEM wê di 10'ê Kanûnê de li ber girtîgehan bi dirûşmeya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" çalakiyan lidar bixe. -
Ebadî banga“Otorîteya xwe bikar bînin” li NATO’yê kir
Serokkomarê Iraqê Heyder El Ebadî, ji bo Tirkiye leşkerên xwe vekişîne banga “Otorîteya xwe bikar bînin.”li NATO’ yê kir. -
Yuksekdag: AKP jî wê wek her desthilatiya zalim hesap bide
Yuksekdag got, “Tu dibêje qey Tirkiye parçe bûye” û li hember polîtîkaya derve ya li dijî gelan a hikûmetê bertek nîşan da. Xwest ku bi dînamîkên demokratîk ên li Rojhilata Navîn tfaq bên avakirin. -
6 penaberên din jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Çeşme bota penaber barqirî noqî avê bû, di encam de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Heysem Menaî: Em tevlî kongreya Riyadê nabin
Serokê Tevgera Pêla Genim Heysem Menaî diyar kir ku ew tevlî kongreya Riyadê ya li Erebîstana Siûdî nebûne. Nûnerên tevgerê tevlî Kongreya Sûriyeya Demokratîk a îro li Dêrikê tê lidarxistin, bûn. -
Tekîk: Petrola DAIŞ'ê li parzîngehên veşartî tê parzinandin
Sekreterê Perwerde û Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk daxuyaniyên Rûsya yên li ser 'kirîna petrola DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve' nirxand û destnîşan kir, ku îdîaya Rûsyayê aşkerakirina rewşa heyî ye. -
Tirkiyeyê 9 DAIŞ'iyên din serbest berda
2 jê biyanî û 7 Tirk bi giştî 9 kesên çend roj berê dema ji Dîlokê derbasî Sûriyeyê dibûn ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin, hatin binçavkirin. Lê belê dadgehên Tirk ev her 9 kes serbest berdan. -
Heşd El Şebî: Eger leşkerên Tirk venekişin, em ê bikevin nava tevgerê
Berdevkê Heşd El Şebî Kerîm el Nûrî da xuyakirin, ku eger Tirkiye leşkerên xwe yên li Mûsilê venekişînin, ew ê bikevin nava tevgerê. -
Konsolosa DYA ya li Enqereyê, ÎHD ziyaret kir
Konsolosa DYA ya li Edeneyê Sprecht, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir. -
'Kevneşopiya dewletê komkujî be, ya me jî berxwedan e'
Endamên ESP û SGDF'yî ku di nav de gaziyên Pirsûsê jî hene, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê dan û diyar kir ku dewlet hewl dide çavê zarokên wan ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîne, bitirsîne. -
Qetilkirina Elçî li Erîvanê hat şermezarkirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Erîvanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. -
Rojnamevanê Suryanî Nûrî Kîno hêjayî xelatê hat dîtin
Rojnameya Dagen a li Swêdê tê weşandin, rojnamevanê Asûrî-Suryanî Nûrî Kîno yê ku rêxistinbûyîna bi navê "A demand for action" ava kir, hêjayî "Xelata Mirovê Mînakdar ê Salê" dît. -
Desteya Wezîrên Tirk di leşkerên Mûsûlê de bi israr e
Piştî civîna Desteya Wezîran, Berdevkê Hikûmetê Kûrtûlmûş daxuyanî da, îdîaya ku leşkerên çûne Mûsûlê wê ji bo têkoşîna bi DAIŞ’ê re peşmergeyan perwerde bikin dûbare kir. -
Li Îzmîrê ji bo Kortak mewlûd hat dayîn
Li Îzmîrê YAK-DER ji bo Dîlan Kortak a li Stenbolê ji aliyê polîsan hat qetilkirin, mewlûd da. Di axaftinên di mewlûdê de hat destnîşankirin ku wê têkoşîna Kortak bê domandin. -
Li Edeneyê kesek hat girtin
Li Edeneyê ji 2 kesên ku hatibûn binçavkirin, yek jê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hat girtin. -
Ji Wekîltiya Serokatiya HDP’ê re Çaglar Demîrel hat hilbijartin
Çaglar Demîrel ji bo Duyemîn Wekîltiya Serokatiya HDP’ê hat hilbijartin. -
HDP’ê îşkenceya li Emniyeta Rihayê bir rojeva Meclîsê
HDP’ê îşkencaya li Emniyata Rihayê ya li hember welatiyên di operasyonan de hatin binçavkirin bir Meclîsê. -
'Eger hesabpirsîna Pirsûsê sûc be me jî bigire'
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo 20 sosyalîstên di operasyona li hember gaziyên Pirsûsê de hatin binçavkirin, li pêşiya Edliyeya Çaglayan çalakiyek protestoyê lidar xistin. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewletê, li gelek bajar û navçeyan operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomînin. Di van operasyonan de nêzî 30 kes hatin binçavkirin. -
Ji Rêxistina Efûyê ji bo rakirina Xala 301. kampanya
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga îmzekirina daxwaznameya ku daxwaza rakirina Xala 301. a TCK’ê dike, kir. -
Dozger îfade jî wernegirt, yekser xwest bên girtin
Tevî gaziyên Pirsûsê sosyalîstên hatin binçavkirin, ji bo bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger pêwîstî bi girtina îfadeyê jî nedît û bi temaşekirina li dosyayê re biryara xwe da. -
HDP'ê, petrola Tirkiye ji DAIŞ'ê dikire xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Îrmez, petrola ku Tirkiye ji DAIŞ'ê dikire xist rojeva Meclîsê.