Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku di civîna Koma Meclisê ya Partiya xwe de axivî wiha got: “Hişmendiya mizgeftê şewitandiye ji DAIŞ’ê çi cudahiya wê heye? Cudahiyek wê heye. DAIŞ qebûl dike, lê AKP qebûl nake. Sibe dusibe ger derkevin û wek Çîller bibêjin ‘helîkopterê ciwanên Sûrê heye, dibe ku wan şewitandibe’ qet matmayî nemînin. Hûn jî matmayî nemînin û îtiraz bikin.” Yuksekdag wêneyên extiyarên ku bi ala spî diçin nexweşxaneyê nişan da û got, “Ev der ne Fîlîstin e, Nisêbîn e.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civîna Meclisê ya Koma HDP’ê de geşedanên rojevê nirxand. Yuksekdag bal kişand ser Hefteya Mafên Mirovan a 10’ê Kanûnê û diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka qetilkirina mirovan e û wiha got: “Mînaka vê yekê ya herî dawî qetilkirina Tahîr Elçî ye. Tahîr Elçî ji ber ku ji bo aştiyê bangî her kesî kir hat qetilkirin. Li vi welatî bi salan qasidên aştiyê û kevokên aştiyê hatin qetilkirin.
'Bİ TUNDİYÊ WELATEKÎ BİRÊVEBİRİN ŞERMEK E'
Yuksekdag bibîrxist ku di ser qetlîama Tahîr Elçî re 10 roj derbas bûne û wiha dom kir: “Di nava vî 10 rojî de her kes dît ku em ji aliyê aştiyê vîna xwe bi kar tînin. Lê desthilatdariya siyasî rêbaza herî baş ku dizane, rêbaza “şer û tundî” bikaranî. Çavkaniya wan a bi xwe bawerbûnê, çavkaniya şermê ye.”
Yuksekdag derbarê pêkanînên desthilatdariya AKP’ê de ev tişt got: “Dema em li vê derê diaxivin, li bajarên kurdan, ciwanên kurd tên qetilkirin. Şikestinek dîrokî tê jiyîn. Hewl didin bi qetilkirin û çewisandinê gel teslîm bigirin. Qaşo digotin Tirkiye guheriye, ka Tirkiye çawa guheriye. Kurd û HDP ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û demokrasî pêk bê dixwazin biaxivin. Li hemû bajarên ku dorpêçkirin heye, em ê bi têkoşîna xwe biryara xwe bidin nîşandan.”
'TİRKİYE BÛ NAVENDA BÊÎSTİKRARİYÊ'
Yuksekdag di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Berdevkên AKP’ê di hemû axaftinên xwe de digotin ‘Ger em bibin desthilatdar wê îstikrar çêbibe’ lê niha Tirkiye bûye navenda bêîstikrarê. Li herêmê tabloyek ku qeyranê çêbike xêz kirin. Desthilatdariya AKP-Qesrê ne baweriya îstîkrarê ne.”
'WELAT DİŞEWİTE'
Yuksekdag got ku îro welat dişewite û wiha pêda çû: “Mirov nikarin ji malên xwe derkevin. Derketina wan dibe hinceta kuştina wan. Bi bombeyan mirovan qetil dikin. Ti ewlehiya canê welatiyên ku derdikevin kolanan nîne. Ger îro di siyasetê de xetereyek qûtbûnê hebe, sedema vê yekê AKP û Qesr e. Gelê me hewl dide di nava bernameyek netewa demokratîk û welatê demokratîk de bijî. Lê AKP'ê welat xistiye nav kaosekî. Her desthilatdar teqez hesabê kirinên xwe dane, wê AKP jî rojek hesabên kirinên xwe bide.”
'WEK ÇÎLLER DEREWAN DİKİN'
Yuksekdag wêneyê Bajarê Kevin a Palmîra ya li Sûrê û wêneyê mizgefta Sûrê nîşan da û wiha bal kişand ser hişmendiya AKP’ê: “DAIŞ êrîşên xwe yên li hemberî cihên dîrokî qebûl dike, lê AKP qebûl nake. Kî ev mizgeft bombebaran kir. Welatiyên herêmê dibêjin Mizgefta Kurşunluyê bi helîkopteran hatiye bombebarankirin. Di salên 90’î de Tansu Çîller hebû. Dema me got li Dêrsimê gund û xaniyên me dişewitin. Çiler wisa got, ‘helîkopterên terorîstan hene wan şewitandiye.’ Ger sibê dusibe wek Çîllerê derkevin û bêjin ‘li Sûrê helîkopterên ciwanan hene wan şewitandiye’ matmayî nemînin, lê îtiraz bikin.”
'Çİ CUDAHİYA TİŞTÊN KU TÊN JİYÎN Jİ NAZİYA ALMANYA^’YÊ HEYE'
Yuksekdag got ku îro li Nisêbîn, Sûr û Dêrikê rewşeke awarte ya ku mirov, çand û dîrokê qetil dike heye. Yuksekgad wêneyên extiyarên ku li Nisêbînê bi ala spî diçûn nexweşxaneyê nîşan da û ev tişt got: “Ev der ne Fîlîstin e. Nisêbîn e… Ger ev al tunebe, wek ya li Cizîrê derketina derva hinceta kuştinê ye. Ev yek tenê bi destê polîsan pêk nayê. Kontrgerîlayên Gladyoyê derxistine derve û qetlîam pêk tînin.”
'Di QEDEXEYÊN 149 ROJAN DE 301 SİVÎL HATİN QETİLKİRİN'
Yuksekdag da xuyakirin ku encamên vê rewşê li ser milê hemû civaka Tirkiyeyê dibe bar û wiha bi lêv kir: “Di dema em derbas bûn de, Enqere, Pirsûs û Zergelê jî di nav de bi giştî 301 sivîl hatin qetilkirin. Ger ku di nava 7 mehan de 28 zarok û bi giştî 301 kes hatibin qetilkirin, ev tê wê watê ku li hemberî gelê sivîl tundî û şerekî ku navê wê nehatiye dayîn tê meşandin.”
'GELÊN TİRKİYEYÊ WİNDA DİKE'
Yuksekdag got piştî ku Mutabakata Dolmebahçeyê vala hat derxistin şûn ve, gelê Tirkiyeyê di aliyê can, mal û aboriyê de winda dike û wiha bi dawî kir: “Piştî ku pêvajoya çareseriyê rawestandin şûn ve li vî welatî tundî û mirin bi dawî nabin. Ger ku maseya çareseriyê dîsa bê avakirin ji bo çareseriyê wê deriyên dîrokê ji nû ve bê vekirin. Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Heyetek bê alî ya şopandinê bê avakirin. Ger ev yek pêk bihata wê ev pêvajo bi dawî nebûya.”