Dema Elçî hat qetilkirin, kameraya polîs dîmen nekişandiye!

Di dema qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de, kameramanê polîs ê dîmenê daxuyaniya çapemeniyê dikişand, kêliya qetilkirina Elçî 'nekişandiye'.

Delîlên gelekî xurt derdikevin holê ku nîşan didin, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye kuştin. Kameramanê polîs ê ku hemû detayên kolana cînayet lê hat kirin dikişand, dema Elçî hat qetilkirin dibêje ku kameraya xwe girtiye.

Kameramanê polîs ê dîmenê daxuyaniya çapemeniyê dikişand, kêliya qetilkirina Elçî 'nekişandiye'.

Polîsê ku di lêpirsînê de weke 'şahid' lê hat guhdarîkirin got, "Min kêliya lêketina guleyê û ketina Elçî nedît. Dema min xwe li erdê dirêj kir û kamera vekir, min dîmenê du şexsên direviyan kişand. Lê belê min nedît ku ji kîjan alî ve direvin."

Kameramanê polîs 2 endamên YDG-H'yî yên dibeziyan û hemû detayên din kişand. Lê belê bi tenê ew kêliya ku Elçî hat qetilkirin nekişandiye. Ev yek jî nîşan dide ku cînayet ji berê ve hatiye plankirin.