Konsolosa DYA ya li Enqereyê, ÎHD ziyaret kir
Konsolosa DYA ya li Edeneyê Sprecht, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir.
Konsolosa DYA ya li Edeneyê Sprecht, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir.
Konsolosa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Lînda Stûart Specht, tevî Ataşeyê Xebatê yê Konsolosxaneya DYA ya li Enqereyê Dam J. Hatman, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî û endamê Desteya Rêveber a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn ve hat pêşwazîkirin. Specht û heyeta pê re, li ser rewşa şer a li herêmê û binpêkirina mafên mirovan agahî wergirtin.
'EM BI ENDÎŞE NE, DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN WERE KIRIN'
Bîlîcî da xuyakirin ku ev serdan ji bo wan girîng e û anî ziman ku şerê ev şeş meh in li herêmê der bûye, gefê li jiyana asayî dixwe û mafên mirovan binpê dike. Bîlîcî ragihand ku bi taybetî bi ragihandina "qedexeya derketina derve" re li tevahiya herêmê maf û azadî hatine betalkirin û got, "Em ji ber vê pêvajoyê bi endîşe ne."
Bîlîcî bal kişand ser girîngiya ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyê û destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin. Bîlîcî da zanîn ku hevdîtina bi Ocalan re wê pêvajoyê aram bike û got, "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û hevdîtinên pê re bên meşandin. Pêkanînên derketina derve jî ku di bin navê ewlekariya sîstema cemaweriyê de tên kirin, pêwîste tavilê werin terikandin. Eger ev pêk were, wê rewş aram bibe û pêvajoya diyalog û muzakereyê ji nû ve destpê bike."
'EM DIŞOPÎNIN'
Specht jî diyar kir ku ew rewşa li herêmê û binpêkirina mafên mirovan ji nêz ve dişopînin. Li ser binpêkirinên mafên mirovan dosyayek ji raporên hatine amadekirin, pêşkêşî Specht hat kirin.