Heşd El Şebî: Eger leşkerên Tirk venekişin, em ê bikevin nava tevgerê
Berdevkê Heşd El Şebî Kerîm el Nûrî da xuyakirin, ku eger Tirkiye leşkerên xwe yên li Mûsilê venekişînin, ew ê bikevin nava tevgerê.
Berdevkê Heşd El Şebî Kerîm el Nûrî da xuyakirin, ku eger Tirkiye leşkerên xwe yên li Mûsilê venekişînin, ew ê bikevin nava tevgerê.
Wexta 48 saetan, ku Serokwezîrê Iraqê Haydar El Îbadî ji bo vekişandina leşkerên li Mûsilê dabû Tirkiyeyê, hindik maye biqede. Berdevkê milîsên Şîa yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin Heşd El Şebî (Seferberiya Gel) Kerîm el Nûrî hişyarî da û destnîşan kir ku eger leşker venekişin ew ê tedbîrên pêwîst werbigirin.
Nûrî ji Spûtnîkê re axivî û got, "Eger heta dema hikûmetê destnîşan kiriye xaka Iraqê neterikînin, Seferberiya Gel wê li hemberî hêzên Tirk (ên li Mûsilê) tedbîrên pêwîst werbigire. Pêwîstî pê nîne ku em bêjin ev tedbîr çi ne."