Dozger îfade jî wernegirt, yekser xwest bên girtin

Tevî gaziyên Pirsûsê sosyalîstên hatin binçavkirin, ji bo bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger pêwîstî bi girtina îfadeyê jî nedît û bi temaşekirina li dosyayê re biryara xwe da.

Tevî gaziyên Pirsûsê sosyalîstên hatin binçavkirin, ji bo bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger, mafê bêdengiyê yê sosyalîstên hatin binçavkirin weke hincet nîşan da û bêyî wergirtina îfadeya wan, bi nirxandina dosyayê re xwest binçavî werin girtin û ew radestî dadgehê kir.

Parêzer Ozlem Gumuştaş diyar kir ku muwekîlên wan bi îdîayên "endametiya rêxistina li derveyî qanûnan", "propaganda rêxistinê" û "tevlîbûna li çalakiyên derveyî qanûnan", ji bo bên girtin sewqî dadgehê hatine kirin.

Di nava sosyalîstên ji bo girtinê sewqî dadgehê hatine kirin de gaziyên Pirsûsê Şerîfe Erbay, Îlke Başak Baydar, Çagdaş Kuçukbattal, Ogûz Yuzgeç û Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Serokê ESP'ê yê Amedê Soner Çîçek jî hene.