'Kevneşopiya dewletê komkujî be, ya me jî berxwedan e'
Endamên ESP û SGDF'yî ku di nav de gaziyên Pirsûsê jî hene, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê dan û diyar kir ku dewlet hewl dide çavê zarokên wan ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîne, bitirsîne.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
sêşem, 8 berfanbarê 2015, 09:16
Endamên ESP û SGDF'yî ku di nav de gaziyên Pirsûsê jî hene, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê dan û diyar kir ku dewlet hewl dide çavê zarokên wan ên bi saxî ji komkujiya Pirsûsê filitîne, bitirsîne. Malbatên ku heta nîvê şevê li ber Edliya Çaglayanê sekinîn, ji ANF'ê re peyivîn û destnîşan kirin, ku ev faşîzm wê nikaribe bi wan.
Ciwanên sosyalîst ku ji aliyê dozgeriyê ve bêyî îfadeya wan bê girtin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "dijderketina li qanûna bi hejmara 2911"an ji bo bên girtin radestî dadgeriya nobedar hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê û Platforma Şehîdên Gezî, ji bo serbestberdana zarokên xwe heta nîvê şevê li ber Edliyeya Çaglayanê sekinîn. Malbatan ragihandin, ku dewlet bi şertê kontrola edlî re hewl dide çavên zarokên wan ên bi saxî ji komkujiyê rizgar bûne, bitirsîne.
Ergîn Kuçukbattal bavê Çagdaş Kuçukbattal diyar kir ku yên li Pirsûsê komkujî kirin, ji bo ser sûcên xwe binixumîne, dixwazin çavên ciwanên bi birîndarê ji komkujiyê filitîne bitirsînin. Kuçukbattal got, "Kurê min li Gezî çavê xwe, li Pirsûsê hezkiriya xwe winda kir û di heman demê de birîndar bû. Vê jî têrê nekir, niha dixwazin wî bigirin." Kuçukbattal da xuyakirin ku her çend delîleke şênber nîne jî emniyet û dadgerî ji ber tevlîbûna li merasîmên cenazeyan, bîranîn û pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hewl dide 20 ciwanan sûcdar nîşan bidin û got, "Eger ev sûc be, em jî tevlî merasîmên cenaze û bîranînan bûn. Bila me jî bigirin."
Kuçukbattal bal kişand ser zilma li zarokên wan tên kirin û got, "Yên ku ji wan nehatin li Pirsûsê bikujin, bi zîndanîkirinê re dixwazin bitirsînin. Lê belê em yek biçin, em ê bi hezaran werin. Wê nikaribin bi me. Ji niha û pê ve jî em ê bi xurtî xwedî li doza xwe derkevin. Em ê ti carî serî li ber faşîzmê netewînin."
'EGER KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ KOMKUJÎ BE, YA ME JÎ BERXWEDAN E'
Arda Onûr Baydar birayê Îlke Başak Baydar a di komkujiya Pirsûsê de bi giranî birîndar bû nerazîbûn nîşanî biryara kontrola edlî ya dadgeriyê da û da zanîn ku bi vê biryarê re hewl tê dayîn çavên hemû sosyalîstên destekê didin gelê Kurd were tirsandin. Baydar got, "SDGF'yiyên ku nikaribîbûn bi komkujiya Pirsûsê re tine bikin, niha bi binçavkirinê re hewl didin biqedînin. Lê belê eger kevneşopiya dewletê komkujî be, ya me jî berxwedan e. Çi dibe bila bibe em ê ji bo biratiya gelan berxwedana xwe bidomînin."
LI BENDA BERAETÊ BÛN, LÊ...
Kaan Kûrtoglû zirbavê Ogûz Yuzgeç bal kişand ser êşa mezin a wan li Pirsûsê kişandine û ragihand ku ew niha bi binçavkirin û zextê re rû bi rû ne. Kûrtoglû got, "Kurê me danê sibehê saet di 04:00 de hatin birin. Mîna ku êşa 4 rojan têrê nake, vê carê weke ku sûcdar e, li şûna beraetê bi şertê kontrola edlî ew berdan." Kûrtoglû ragihand ku 20 ciwanên hatine binçavkirin, ji bo parastina mafê bindestan têkoşiyane û destnîşan kir ku ew ê li ber vê çavtirsandinê serî netewînin.