ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polisan Li Enqerê Tûzlûçayîrê bi ser Navenda Çandê ya Arîn Mîrxan de girtin
Polisan Li Enqerê Tûzlûçayîrê bi ser Navenda Çandê ya Arîn Mîrxan de girtin -
Şaxa DISK’ê ya Îzmîrê mûçeyên kêm bi tiyatroyekê vegot
Şaxa DISK’ê ya Îzmîrê, mijara mûçeyê herî kêm bibe hezar û 900 lîra, kir şano. -
KCK: Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin
KCK: Demokrasî, aştî û îstîqrar, dema nêzîkatiya li hember Rêber Apo biguhere wê were Tirkiyeyê. Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin. -
HDP: Rewşa leşkerê ji aliyê DAIŞ'ê ve hate revandin çi ye?
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman rewşa leşker Sefer Taş ê li sînorê Kîlîsê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate revandin ji Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz pirsî. -
Elewiyên li Dîlokê: Li dijî gefa DAIŞ'ê divê em xwe biparêzin
Rêveberên komaleyên Elewî yên Dîlokê têkîldarî tehdîdên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Elewiyan ji ANF’ê re axivîn. -
Serokê Petrol-Îş Şaxê Êlihê: Em mijara firotina petrola DAIŞ'ê lêkolîn dikin
Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Kaygûsûz, li ser îdîaya Rûsyayê ku dibêje "Petrola DAIŞ'ê li Êlihê tê xebitandin" ji ANF'ê re axivî. -
Li kujerên Ozgecan cezayê ragirtina heta bi hetayê hat birîn
Di doza Ozgecan Aslan de ku ji aliyê Suphî Altindoken, Necmettîn Altindoken û Fatîh Gokçe ve bi awayek hovane hate qetilkirin, encam diyar bû. Dadgehê li her sê kujeran cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî birî. -
Ji Parlamenta Awûstûryayê ji bo bajarên Kurdan biryarname
Komîsyona Karên Derve ya Awûstûryayê, ji bo alîkarî bi bajarên Kurdan ên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgakirin bê kirin, di 2'ê Kanûnê de bi yekdengiyê biryarname hat derxistin. -
Tûncel: Yekane rêya sekinandina şer, muzakereya bi Birêz Ocalan re ye
Hevberdevka HDK'ê Tûncel diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê, rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ji aliyê hîsî ve ji hev qut bûne û got, "Yekane rêya sekinandina şer, tevlîbûna Birêz Ocalan li pêvajoya muzakereyê ye." -
Mamosteya got 'ez deng nadim Erdogan' bi xeteriya girtinê re rû bi rû ye
Mamoste Ergundogan a ku got ew ê deng nede Erdogan, ji bo were girtin tê darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê xwest Ergundogan bi cezayê ragirtina 2 salan bê cezakirin. -
Demîrtaş wê bi rayedarên DYA'yî re rûnê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji bo pêkanîna hin danûstandinan li Washîngtonê ye, wê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYA re hevdîtinan bike. -
Tirkiye ji bo parastina DAIŞ'ê êrîşî Kurdan dike. Baş e Elmanya çi dike?
Dewleta Elman ku di polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina saziyên Kurdan de her timî israr kir, bi tenê îsal 6 siyasetmedarên Kurd girt. Di rewşa heyî de 8 aktîvîstên siyasî yên Kurd li girtîgehên Elmanyayê di nava mercên giran de tên ragirtin. -
Şaredarê Londonê Borîs Johnson: Kêfa min ji PKK'ê re tê
Şîlan Ozçelîk a 21 salî, bi 'tevlîbûna li nava PKK'ê hat sûcdarkirin û li Londonê hat girtin. Berî çend rojan, cezayê girtîgehê yê 21 mehan li Ozçelîk hatibû birîn. -
Qetilkirina Elçî li Înnsbrûckê hat şermezarkirin
Li bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin. -
Li bajarê Dresdenê çalakiya 'bila PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin'
Li bajarê Elmanya Dresdenê, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin, çalakiyek hat lidarxistin. -
Rûsya dîmenên bazirganiya petrolê ya di nav Tirkiye û DAIŞ’ê de weşand
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoly Antonov dîmênên bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de weşand. -
Banga Însiyatîfa Gel: Divê gelê me biherike Dagkapi û Sûrê
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser berxwedana gel û terora dewletê ya li Kurdistanê. -
Hevserokê DBP'ê yê Bajêr jî di nav de 6 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
Li Şirnex, Wan, Agirî û Mersînê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elîç bi çalakiyan hat şermezarkirin. Hevserokê DBP'ê yê Agirî Necmettîn Efe jî di navde 6 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. -
Cenazeyên Cûbûrî û hevsera wî hatin veşartin
Cenazeyên Cûbûrî û hevsera wî, ku duh êvarê li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin. -
Çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê gef li Elewiyan xwarin!
Çeteyên DAIŞ'ê, gefa êrîşê li Elewiyên li Dîlokê xwarin. -
Rûniştina doza Alî O. ê li Stûttgartê tê darizandin hat taloqkirin
Rûniştina Alî O. ê li Elmanyayê ji 'Doza PKK'ê' tê darizandin, ji bo 8'ê Kanûnê hat taloqkirin. -
Parêzerên li Elmanya: Kiryarên qetilkirina Elçî li holê ne!
Parêzerên li Elmanyayê dijîn, qetilkirina Tahîr Elçî şermezar kirin û weke berpirsyarê vê cînayetê Erdogan û medya alîgirê AKP'ê nîşan da. -
Hejmara birîndarên li Sûrê bû 4 kes
Bi ragihandina qedexeya derketina derve ya li navçeya Amed Sûrê re hêzên çekdar ên dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li taxan giran kirin. Hejmara mirovên ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk birîndar bûn, gihaşt 4 kesan. -
Kurd, Tirk û Amerîkiyan, qetilkirina Elçî protesto kirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Bostonê hat protestokirin. -
Bi pirtûka Oktar re hewl didin provokasyonan derxînin
Pirtûka Adnan Oktar a bi navê "Xeteriya Kurdistana Komunîst" ji malên Kurdistaniyan û saziyên Kurd ên li Swîsreyê re tên şandin û tê xwestin, ku provokasyon bê derxistin.