Serokê Petrol-Îş Şaxê Êlihê: Em mijara firotina petrola DAIŞ'ê lêkolîn dikin
Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Kaygûsûz, li ser îdîaya Rûsyayê ku dibêje "Petrola DAIŞ'ê li Êlihê tê xebitandin" ji ANF'ê re axivî.
Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Kaygûsûz, li ser îdîaya Rûsyayê ku dibêje "Petrola DAIŞ'ê li Êlihê tê xebitandin" ji ANF'ê re axivî.
Serokê Petrol-Îşê Şaxê Êlihê Şehmûz Kaygûsûz da xuyakirin ku ew ê îdîaya Rûsyayê yad ibêje "DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê" lêkolîn bikin. Kaygûsûz, li ser îdîaya Rûsyayê ku dibêje "Petrola DAIŞ'ê li Êlihê tê xebitandin" ji ANF'ê re axivî.
Kaygûsûz ragihand ku di destê wan de agahiyeke şênber nîne û anî ziman ku petrola ji Êlihê tê derxistin, li BOTAŞ'ê tê parzinandin û ji wir jî bi rêya pompekirinê ji TUPRAŞ'ê re tê ragihandin. Der barê îdîaya Rûsyayê de Kaygûsûz got, "Eger ya ku Rûsya dibêje rast be, hingî petrola DAIŞ'ê bi tankeran yekser derbasî stasyonê parzinandinê hatiye kirin. Der barê mijarê de wê ji aliyê me ve lêkolîn bên kirin. Eger ev îdîa rast be, ev petrol ancax li BOTAŞ'ê dikare bê xebitandin û piştre bi rêbaza pompekirinê ji TUPRAŞ'ê re bê ragihandin."
Kaygûsûz ragihand ku ji rezervên petrolê yên li Êlihê, gelê Êlihê û herêmê nikare sûdê werbigirin û got, "Ji gelê Êlihê re warîlek petrol jî nayê dayîn. Niha ji 4 kûleyên petrolê, 2 jê fonksiyona xwe hene. TPAO niha bi krîzeke cidî ya aboriyê re rû bi rû ye."
TI FEYDA XWE LI ABORIYA KURDISTANÊ NEBÛ
Petrola ji Kurdistanê tê derxistin, bersivê dide yek ji pênc parên pêwîstiya petrolê ya tevahiya Tirkiykeyê. Pêwîstiya giştî ya Tirkiyeyê ya bi petrolê 700 hezar warîl e. Petrola ji Êlihê ji aliyê sektora cemaweriyê ve tê derxistin, bi qasî 100 hezar warîl e. Li gorî şert û mercên demsalî û teknîkî ev yek diguhere. Beşek jê ji Mîdyatê, beşek ji Semsûrê, beşek jî ji Amedê tê derxistin.
Ev petrola ji Kurdistanê tê derxistin, heta niha ti feydeyek xwe ji aliyê erênî ve li aboriya Kurdistanê nekiriye. Ji bo beşek ji hatineyên petrola li Kurdistanê bigihêje gel, tê xwestin ku dewrî rêveberiyên herêmî werin kirin.