Demîrtaş wê bi rayedarên DYA'yî re rûnê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji bo pêkanîna hin danûstandinan li Washîngtonê ye, wê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYA re hevdîtinan bike.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji bo pêkanîna hin danûstandinan li Washîngtonê ye, wê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Dewleten Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re hevdîtinan bike.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê bi rayedarên Wezareta Karên Derve re li ser mijarên "Rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û mijarên herêmî" hevdîtinan bike.

Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Washîngtonê de, li ser pirsekê diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş ê weke vexwendiyê Enstîtuya Rojhilata Navîn hatiye Washîngtonê, wê bi hin rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtinan bike.

Demîrtaş ê ku berî 2 rojan hat Washîngtonê, Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya li Washîngtonê ziyaret kiribû û bi rayedaran re rûniştibû.

...