Di doza Ozgecan Aslan de ku ji aliyê Suphî Altindoken, Necmettîn Altindoken û Fatîh Gokçe ve bi awayek hovane hate qetilkirin, encam diyar bû. Dadgehê li her sê kujeran cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî birî.
Di doza xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan de a bi awayeke hovane hatibû qetilkirin û îşkence li cenazeya wê hatibû kirin, encam derket. Di rûniştina biryarê de, ajokarê mînîbusê Suphî Altindoken, bavê wî Necmettîn Altindoken û hevalê wî Fatîh Gokçe, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî, hatin cezakirin.
Her wiha, ji ber "gefa li azadiyê" 9 sal, ji ber "Êrîşa zayendî" jî 27 sal cezayê girtîgehê li bersûc Suphî Altindoken û Fatîh Gokçe hat birîn.
Ji bo her 3 bersûcan jî ceza nehat daxistin û di sînorê herî bilind de ceza hate dayîn.