Elewiyên li Dîlokê: Li dijî gefa DAIŞ'ê divê em xwe biparêzin
Rêveberên komaleyên Elewî yên Dîlokê têkîldarî tehdîdên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Elewiyan ji ANF’ê re axivîn.
Rêveberên komaleyên Elewî yên Dîlokê têkîldarî tehdîdên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Elewiyan ji ANF’ê re axivîn.
Rêveberên komaleyên Elewî yên Dîlokê li hember tehdîda DAIŞ’ê banga xweparastinê kirin. Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê jî têkîldarî tehdîdan got, “Em nikarin tiştekî bikin.”
Çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û yên wek wan ku bi taybet li bajarên Dîlok, Semsûr û Rihayê gelek malên wan ên hucre hene û saziyên dewletê ji wan re çavên xwe digirin, Elewiyan bi mirin û êrîşan tehdît dikin. Çend roj berê, li navçeya Şahînbeg alîgirên DAIŞ û El Nûsrayê piştî komkujiya li dijî Fransa bi konvoyan, bi al, dirûşm û stranên Erebî pîrozbahî li dar xistibûn.
Her wiha Elewiyên li Taxa Duztepe ya girêdayî navçeya Şahînbeg a ku Komaleya Çandê ya Elewiyên lê ye û jiyangeheke Elewî lê zêde ne, ji aliyê kesên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatin tehdîtkirin.
Rêveberên komaleyên Elewî yên Dîlokê têkîldarî tehdîdên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Elewiyan ji ANF’ê re axivîn.
TÛRÛNÇ: BILA GELÊ ME XWEPARASTINA XWE BI CIH BÎNE, XWE BIGIHÎNIN ME
Serokê Şaxa Dîlokê ya Komaleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Yûsûf Tûrûnç wiha axivî: “Dîlok niha bûye navenda DAIŞ û çeteyên wek wê. Kobanê çiqasî di bin rîska êrîşên di serî DAIŞ û çeteyên wek wê de bin, Dîlok jî ewqasî xwedî rîsk e. Kobanê û Dîlok niha xwedî heman şert in û ti ferqa wan tineye. Ji ber destûrê didin ev çete xwe li Dîlokê bi rêxistin bikin. Artêşa Azad a Sûriye jî li Dîlokê hatin birêxistinkirin, li gel vê yên din jî bi rêxistin kirin. Di bin navê saziyên alîkariyê de gelek saziyên li Dîlokê saz kirine heye. Niha ji bo me tiştekî ji van saziyana xetertir tiştekî din heye?Bila gelê me di tehdîdet herî kêm de xweparastina xwe bi cih bîne û xwe bigihîne me.” Tûrûnç destnîşan kir ku ji rewşek neyênî saziyên fermî berpirs in.
Rêveber û Sekretera Şaxa Komaleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Dîlokê Fadîme Koçaslan jî wiha ragihand: “Taxa Duztepe cihekî ku welatiyên Elewî lê zêde ne. Berê jî li vê taxê û ya Kibrisê malên me hatin nîşankirin. Me ji ber vê serî li dozgeriyê da, lê bê encam man, ser wê hate girtin. Li gelek cihên Dîlokê malên hucre yên çeteyên DAIŞ’ê hene. Ev îxtîmalek pir mezin malên Elewiyan tespît dikin û dizanin jî. Li gor nêrîna min ev qetlîemek mezin difikirin. Li Yedîtepe jî hucreyên DAIŞ’ê hene. Berê jî li gundên Elewiyan heman rewş pêk hatin.”
DEMÎRDELEN: EM TEDBÎRÊN XWE DIGIRIN
Ji Komaleya Çanda Elewî Yilmaz Demîrdelen jî wiha da xuyakirin: “Eger wê pêkhateyên îllegal li hember gel çalakiyan pêk bînin, yên wan asteng bikin jî wezîfedarên ewlehiyê ne. Ne tenê li Dîlokê, li tevahî Tirkiyeyê Elewî di bin xeteriyek wiha de ne. Me jî li gor xwe hin tedbîrên xweşik girtine. Em dixwazin di rewşên wiha de welatî xwe bigihînin me.”
EMNIYET: EM NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIN
Li aliyê din midûriyeta emniyetê bi telefonê li hinek malbatên Elewî geriyaye û xwestiye Emniyetê , li wir hatiye diyarkirin ku agahiya, “ Li hember we êrîş pêk were, têkildarî vê mijarê tiştek ji destê me nayê.” daye.