Dewleta Elman ku di polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina saziyên Kurdan de her timî israr kir, bi tenê îsal 6 siyasetmedarên Kurd girt. Di rewşa heyî de 8 aktîvîstên siyasî yên Kurd li girtîgehên Elmanyayê di nava mercên giran de tên ragirtin.
Ev siyasetmedar ji xala 129b tên darizandin. Ji bo darizandina vê xalê, pêwîstî bi destûra taybet a Wezareta Edaletê heye.
Parêzerên siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Edaletê ya Elmanya kirin û xwestin, destûra taybet a ji bo darizandina siyasetmedarên Kurd ji xala 129b rake. Lê belê hînê Wezaretê ti bersiv nedaye.
XALA 129B ÇI YE?
Xala 129b, di nava qanûnên 'antî-terorê' yên piştî êrîşên 11'ê Îlonê li Elmanyayê ketin meriyetê, xala herî zêde li ser hat nîqaşkirin e.
Ev qanûna ku bi mejiyê 'hêsankirina têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî' ket meriyetê, derfetê dide ku kes an jî komên tevlî çalakiyên şîdeta polîtîk a li derveyî Elmanya bûye, li Elmanyayê karibin bên dariznadin. Xala ku di sala 2003'an de ket meriyetê, xwe dispêre lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê. Komîsyona Ewropa ku di 2'ê Gulana 2002'an de lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropa aşkera kir, navê PKK'ê jî xist nava vê lîsteyê.
8 SIYASETMEDARÊN KURD ÊN NIHA LI ZÎNDANÊN ELMANYA TÊN RAGIRTIN
METÎN AYDIN: Nêzî 3 sal in ji aliyê dewleta Elman ve li zîndanê tê ragirtin. Metîn Aydin, li ser zexta dewleta Elman li Swîsreyê hat girtin. Tevî ku demeke dirêj li Swîsreyê girtî ma jî, di encama zexta dewleta Elman de ew radestî Elmanya hat kirin. Aydin hînê girtî ye.
ABDULLAH ŞEN: 3 sal in girtî ye. Ti bûyereke şîdetê ya pê tê sûcdarkirin nîne. Tevî vê yekê jî nayê berdan.
MEHMET DEMÎR: Nêzî saleke girtî ye. Tevî ku li holê ti delîl tine bû jî Demîr hat binçavkirin û girtin. Hat darizandin û ji xala 129b hat cezakirin.
AHMET ÇELÎK: Di meha Tîrmehê de hat binçavkirin û girtin. Siyasetmedarekî Kurd e ku ji aliyê tevahiya raya giştî ya Elmanya ve tê zanîn. Wezîfeya Serokatiya Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) jî meşandin. Çelîk ji ber zilm û zordariya li Tirkiyeyê ji ber sedemên siyasî lê rast hat, neçar ma Tirkiyeyê biterikîne û koçî Elmanyayê bike. Li Elmanyayê jî rastî heman nêzîkatiyê hat. Tevî ku pirsgirêkên xwe yên cidî hene û divê rojane bê tedawîkirin, dewleta Elman ev rewşa însanî jî nedît û Çelîk girt. Malbat û zarokên wî jî ji neçarî di navbera mal û girtîgehê de diçin û tên.
BEDRETTÎN KAVAK: Di meha Tebaxê de hat binçavkirin û ew avêtin zîndanê. Kavak ji ber sedemên siyasî 24 salan li zîndanên dewleta Tirk hat ragirtin. Di salên 1980 de li zîndana Amedê her şêwe îşkence dît. Ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, ji bo bê tedawîkirin li Fransayê serlêdana penaberiyê kiribû. Tevî van pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî dewleta Elman wî li zîndanê radigire.
KENAN BASTÛ: Tevî ku li holê ti sedem nebû jî di meha Cotmehê de hat girtin. Dozgeriya federal a Elman pêwîstî bi girtina Bastû nedît. Lê ji aliyê dozgeriya Celle ve hat girtin. Bastû xebatên hilbijartinê yên HDP'ê yên li Hannoverê koordîne dikir. Siyasetmedarekî Kurd e ku wextekê wezîfeya Serokatiya meclîsa Gel a li Parîsê meşand. Kenan Bastû heman piştî serdana 18'ê Cotmehê ya Angela Merkel a li Tirkiyeyê hat girtin.
MÛSTAFA ÇELÎK: Di meha Mijdarê de dema li cem doktor dihat tedawîkirin, di encama serdegirtina polîsên Elman de hat binçavkirin û ew şandin girtîgehê. Mûstafa Çelîk siyasetmedarekî Kurd e ku di encama êrîşên dewleta Tirk de birîndar bû. Dewleta Elman Çelîk girt û bû sedem ku hîn bêhtir pirsgirêkên tenduristiyê lê giran bibe. Çelîk jî mîna Kenan Bastû heman piştî serdana Merkel a li Tirkiyeyê hat girtin.
ALÎ OZEL: Zêdeyî saleke li zîndanên Elman tê ragirtin. Tevî ku dozgeriyê di gilînameyê de ti delîl pêşkêş nekiriye jî, hînê nehatiye berdan.
BI ÇEKÊN ELMAN RE KURD HATIN QETILKIRIN
Dewleta Elman di salên 1990'î de bû aliyekî şerê li Kurdistanê. Cihê xwe li cem dewleta Tirk girt. Piştî ku her du Elmanya bûn yek, 300 hezar kalaşnîkov, 300 tankên 300 BTR-60, 60 hezar tiving, 100 hezar bazûka (B-7, RPG) û 445 hezar fîşekên ji Rojhilatê Elmanyayê ma, da Tirkiyeyê. Dewleta Tirk bi van çekên Elman li Kurdistanê komkujî kir.
ELMANYA ÇIMA DESTEKÊ DIDE DEWLETEKE KU DAIŞ'Ê DIPARÊZE?
Di demeke ku Kurd li ser navê mirovahiyê li dijî barbarên DAIŞ'ê şer dikin de, dewleta Elmanya mîna ya Tirkiyeyê, qet navber neda êrîşên xwe. Dewleta Elman jî bi awayekî tevlî êrîş û şerê dewleta Tirk ê di 24'ê Tîrmehê de li dijî Kurdan da destpêkirin, bû.
Tê fêmkirin ku Tirkiye ji bo parastina DAIŞ'ê êrîşî Kurdan dike. Lê belê desteka dewleta Elmanya ji bo Tirkiyeya DAIŞ'ê diparêze, dibe sedema derketina pirs û gumanan. Saziyên Kurd vê polîtîkaya dewleta Elman weke destek û moraleke sergirtî ya ji bo DAIŞ'ê dinirxînin.