NÛ BÛ

KCK: Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin

KCK: Demokrasî, aştî û îstîqrar, dema nêzîkatiya li hember Rêber Apo biguhere wê were Tirkiyeyê. Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin.

KCK: Demokrasî, aştî û îstîqrar, dema nêzîkatiya li hember Rêber Apo biguhere wê were Tirkiyeyê. Nêzîkatiya li hember vê Rêbertiyê biguhere wê nêrîna li hember mirovên Kurd jî biguhere. Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: “Rakirina tecrîdê û di şertên azad de tevgera Rêber Apo divê bê xwestin. Demokrasî, aştî û îstîqrar, tenê dema nêzîkatiya li hember Rêber Apo biguhere wê were Tirkiyeyê. Nêzîkatiya li hember vê Rêbertiyê biguhere wê nêrîna li hember mirovên Kurd jî biguhere. Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Ocalan derkevin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku Galîp Ensarîoglû bi MÎT’ê re di nav têkîliyê de wek elemanê şerê taybet ê hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê dixebite, hem bi hincetên bêşerm ên têkîldarî mijara bê çima hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çênabin davêje holê, hem jî wek li Îmraliyê qaşo hevdîtin hene derewa davêje holê, mejiyan tevlîhev dike û rojevê diçepîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê  got: “Ev pir zelal e ku her kengî li hember gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd şerekî bi şîdet dimeşe, hevdîtinên bi Rêber Apo re tê qutkirin. Herî dawî jî hevdîtin, piştî Tayyîp Erdogan Mûtabaqata Dolmabahçe tine hesiband hate qutkirin. Ji ber ku bi tinehesibandina Mûtabaqata Dolmabahçe û bi Rêber Apo re qûtkirina hevdîtinan ve şer dan destpêkirin. Biryara şer a 30’ê Cotmehê 2014’an hate girtin bi van helwestana kete meriyetê. Lê beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê şerekî asta kêm de dihate meşandin, piştî hilbijartin hate windakirin jî veguherandin şerekî topyekun. Ji ber ku şer tê meşandin, li ser Rêber Apo ev 8 meh in tecrîda girankirî pêk tînin. Teslîmiyet û polîtîkayên mijûlbûyinê spartine Rêber Apo; ji ber Rêber Apo qebûl nekir, tecrîdek girankirî pêk anîn.” KCK’ê destnîşan kir ku li gor karaktera Galîp Ensarîoglû yê jixwe xayîn, hevkar û endamê şerê taybet bi gotina, “ger teslîm nebe, xizmetê ji dewletê re neke hevdîtin pêk nayên” polîtîkayên zextê yên li ser Ocalan pêk tên, îtîraf kiriye.

‘DI ATMOSFEREKE MIROVÊN KURD TÊN QETILKIRIN DE RÊBER APO TI HEVDÎTINAN QEBÛL NAKE’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji heyeta HDP’ê re gotiye, “Eger di pirsgirêka Kurd de gav neyên avêtin, hatina we jî bê wate ye” û wiha berdewam kir: “Jixwe heyeta HDP’ê ya diçû Îmraliyê, helwesta di hevdîtina dawî de ya Rêber Apo da xuyakirin. Rêber Apo, ne mimkûn e ku ti hevdîtinên ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl bike. Di atmosfereke ewqas şer, her roj mirovên Kurd tên qetilkirin de Rêber Apo ti hevdîtinan qebûl nake û qebûl jî nekiriye. Niha li Îmraliyê jî ti hevdîtin pêk nayên.

Galîp Ensarîoglû bê ku şerm bike, ji bo bandor û îtîbara Rêber Apo kêm bibe, dibêje hevdîtin pêk tên. Jixwe asta herî ketî ya hevkartiyê, îxanetê û elemanbûna şerê taybet ev e. Ji bo xizmetê ji dewleta Tirk re bike, xwe pê şîrîn bike, dewlemendiya xwe zêde bike ewqasî xwe dixe. Galîp Ensarîoglû ji bo vê tecrîda girankirî û zexta li ser Rêbertiyê ya mijara herî hesas a gelê Kurd e, ji ber çavan winda bike, wezîfeya girtiye ser milên xwe pêk tîne. Ji bo gel bixapîne û bertekên li hember tecrîdê ji holê rake, derewên wek vê dibêje û demagojiyan dike. 

‘HIKÛMETA AKP’Ê DESTÛRA XWE YA BINGEHÎN Û QANÛNÊN XWE BINPÊ DIKE’

Li ti deverê cîhanê pêkanînek ku pêk nayê, li ser Rêber Apo pêk tê. Ji bo vê hikûmeta AKP’ê destûra xwe ya bingehîn û qanûnên xwe binpê dike. Ne destûrê didin ku Rêber Apo parêzer û malbata xwe bibîne ne jî nameyekê binivîsîne.
Ji ber ku dijminên gelê Kurd in û naxwazin pirsgirika Kurd çareser bikin, ji ber pirsgirêka Kurd dixe rojevê û Tevgera Azadiyê pêş dixe, dijminantiya herî mezin bi vê Rêbertiyê re dikin. 

Gelê Kurd, dostên wê, her kesên bi demokrasî û aştiyê bawer dikin, ji ber vê tecrîda giran a li ser Rêber Apo pêk tê, divê rabin ser piyan. Rakirina tecrîdê û di şertên azad de tevgera Rêber Apo divê bê xwestin. Demokrasî, aştî û îstîqrar, tenê dema nêzîkatiya li hember Rêber Apo biguhere wê were Tirkiyeyê. Nêzîkatiya li hember vê Rêbertiyê biguhere wê nêrîna li hember mirovên Kurd jî biguhere. Her kesê demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin divê xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin. Heta xwedî li Rêbertiya Gelê Kurd neyê derketin, ne pêşiya çareseriya siyasî, demokratîk a pirsgirêka Kurd vedibe, ne jî Tirkiye demokratîk dibe.

Tayyîp Erdogan hem Mutabaqata Dolmabahçe, hem jî şandina Heyeta Çavdêriyê ya Îmraliyê wek meşrûkirina Rêber Apo dîtiye û red kiriye. Ev rastî jî diyar dike ku heta li Rêber Apo xwedî neyê derketin, ne mimkûn e ku ev zîhiyeta neçareseriyê bişkê û Tirkiye demokratîk bibe. Ji ber vê jî bi xwedîderketina Rêber Apo, pêwîst e pirsgirêka Kurd bê rojevkirin û pêşiya demokratîkkirina Tirkiyeyê bê vekirin. 

Li ser esasê azadiya Rêber Apo, rojevkirina çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê, alternatîfa Tirkiyeyek hê otorîtertir û zextxwaz a AKP’ê ye. Li ser vî binbehî, bi xwedîderketina Rêbertiyê divê xwedî li çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê bê derketin.”