ROJANE
Hemû Nûçe
-
Navê Tahîr Elçî li amfiye hat kirin
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê, navê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin, li amfiye kirin. -
Qedexe rabû lê êrîşên li Sûrê dewam dikin
Li navçeya Amed Sûrê, tevî rakirina qedexeya derketina derve jî, polîsan kolana ber bi aliyê Minareya Çarling a Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, girtin. -
Endamên AGÎF’ê yên mêr li hember şîdeta li dijî jinan li kolanan e
Endamên AGÎF’ê yên mêr li Wuppertal derketin kolanan û şîdeta li hemberî jinan protesto kirin. -
Li Bûrsayê cenazeyê 2 jinan hat dîtin
Li nêzî navçeya Yildirim a Bûrsa cenazeyên du jinên ku bi tifinga pompeyî ji dilê xwe derb xwarine hatin dîtin. -
Elmanya 1.200 leşkerî dişîne Rojhilata Navîn
Artêşa Elman, plan dike ku 1.200 leşkerî bişîne Rojhilata Navîn. -
Yekîtiya Baroyên Fransayê: Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in
Yekîtiya Baroyên Fransayê, li dijî qetilkirina Tahîr Elçî daxuyaniyeke tund weşand û bang li rayedarên Tirk ku bûyerê ronî bike. -
Polîs guleyan li taxên Sûrê direşînin
Tevî ku qedexeya derketina derve hatiye rakirin jî, polîsên Tirk ên li pêşiya navçeya Amed Sûrê bi cih bûne, ji ber devê kolana Minareya Çarling a Tahîr Elçî li ber hat qetilkirin guleyan li nava kolanan direşînin. -
HDP'ê xwest Meclîs bûyera qetilkirina Elçî lêkolîn bike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi pêşniyarnameyekê re xwest Meclîs bûyera qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê dewletê ve, lêkolîn bike. -
Li Dêrikê dewletê dest bi şewitandina malan kir
Li Dêrikê, hêzên dewletê yên ku danê vê sibehê êrîşên xwe dijwar kir, li taxa Cevîzpinarê mal şewitandin. Helîkopterên li ser navçeyê digerin jî, guleyan li derdorê direşînin. -
"Li komkujiyên gladyoya Qesrê cînayeteke din zêde bû"
ABDEM'ê got, "Ji daxuyaniyên qesrê û dewletê, em bi endîşe ne ku sûîqest û hewldanên bi vî rengî yên cînayetê wê bidomin." -
Polîsê Tirk li Cizîrê kesekî din qetil kir
Kurdistaniyên ku qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Cizîrê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Di êrîşê de polîsên Tirk kesekî bi navê Haci Sasûr qetil kirin. -
Qedexeya derketina derve ya li Sûrê rabû
Qedexeya derketina derve ya li navçeya Amed Sûrê hat rakirin. -
Nivîskarên Fransayî qetilkirina Elçî şermezar kirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji aliyê nivîskarên li Rojavayê Fransayê dijîn ve hat şermezarkirin. -
Elçî li pêş çavan hat qetilkirin
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kirin, ku qetilkirina Tahîr Elçî ji şîdeta dewletê ya bi mehane li Kurdistanê dewam dike, ne cihê ye. -
Ji bo serbestberdana Dundar û Gul kampanya
Ji bo serbestberdana Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyet Can Dundar û nûnerê Enqereyê yê Rojnameya Cumhuriyet Erdem Gul di Change.org de kampanya hat destpêkirin. -
HDP heyetekê dişîne Dêrikê
HDP, heyetekê dişîne navçeya Mêrdînê Dêrîkê ya ku ev 5 roj in qedexeya kolanan lê didome. -
Qetilkirina Elçî li Stûttgart û Lorîent hat protestokirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanya û bajarê Lorîent ê Fransayê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin. -
Derket holê ku kesê Turkan Elçî tehdîd kir polîs e
Derket holê ku kesê Turkan Elçî bi rêya tevna civakî tehdîd kir polîsê bi navê Gencer Erkûl e. -
37. salvegera damezrandina PKK’ê li Lînzê hat pîrozkirin
Li bajarê Lînz ê Awûstûrya, 37. salvegera damezrandina PKK’ê bi girseyî hat pîrozkirin. -
Dayikên Aştiyê ji bo Elçî rê li çûnûhatinê girtin
Dayikên Aştiyê yên Wanê qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin. -
Çalakiyên "PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxînin"
Pîrozbahiyên 37. salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya, Kanada û Awûstralyayê de hat xwestin, ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin. -
Davûtoglû bersiv neda pirsa, 'Kê Elçî qetil kir'
Davûtoglû ku bersiva pirsa kê Elçî qetil kir neda, bal kişand ser du polîsên hatine kuştin. -
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Stockholmê xwepêşandan hat lidarxistin
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin, duh xwepêşandanek lidar xistin. -
Qetilkirina Tahîr Elçî hat protestokirin
Li bajarên Elmanya Mannheîm û Offenbûrgê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin. -
Mirovên dixwazin tevlî merasîma cenazeyê Elçî bibin tên astengkirin
Piştî ku ji axaftinan encamek derneket, ciwan ji otobusan peya bûn û ji saet 05:50 û vir ve hewl didin bi peyatî xwe bigihînin Amedê.