ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Şergîrat û Sirîn kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi hawan û çekên giran êrîşî çeperên YPG’ê yên li nêzî bajaroka Sirîn û gundê Şergîrat ê Eyn Îsa. -
HRW: Tirkiye bi awayekî komî penaberên Sûriyeyî dersînor dike
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), di mijara penaberan de Tirkiye rexne kir. Rêxistinê diyar kir ku penaberên Sûriyeyî bi awayekî komî tên dersînorkirin. -
Hikûmeta 64. hat aşkerakirin
Hikûmeta 64. hat aşkerakirin. Di nava Desteya Wezıran a nû de Yalçin Akdogan weke Alîkarê Serokwezîr, Bekîr Bozdag weke Wezîrê Edaletê û Efkan Ala jî ji bo Wezareta Karên Hundir hat wezîfedarkirin. -
Polîsan hem birîndar kirin, hem jî binçav kirin
Serkan Tûtak ê li Nisêbînê bi guleya polîsan birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Pûtîn bi awayekî lez banga civînê li KENY kir
Piştî balafira şer a Rûs li sînorê Tirkiye-Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin, Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn bi awayekî lez banga civînê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. -
HDP’ê xwest ‘barbariya AKP’ê’ bê lêkolînkirin
HDP’ê bombekirina goristan û cihên pîroz anî rojeva meclîsê. Parlamenterê HDP’ê Balûken ê xwest têkildarî mijarê lêpirsîna Meclîsê bê destpêkirin, tiştên rû didin wek “belgeya barbariyê” bi nav kir. -
Gelê Qoserê ji bo Nisêbînê dikan venekirin
Esnafên Qoserê bi armanca piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê yê li hember terora dewletê li ber xwe dide dikanên xwe venekirin. -
Dewleta Tirk balafireke Rûsya xist - HAT NÛKIRIN
Tirkiyeyê balafira şer a ku îdia dike sînor binpê kiriye li sînorê Sûriyeyê xist. -
Li Nisêbînê êrîşên dijwar û sewqiyata leşkerî didome
Li Nisêbînê ku ‘qedexeya derketina kolanan’ didome, hêzên dewletê li hember taxan bi awayekî dijwar êrîş dikin. -
Polîsan li Mersînê li hember Şaredariya Akdenîz operasyon pêk anîn
Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de girtin. Hat ragihandin ku gelek xebatkarên Şaredariya Akdenîz hatin binçavkirin û ji ber Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk ne li malê bû der barê wî de biryara girtinê derxistin. -
Navê ciwanê ji aliyê polîsan hat qetilkirin diyar bû
Hat ragihandin ku nasnameya ciwanê şevê din li navçeya Farqînê di encama gulebarana wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, Murat Aktar ê 22 salî ye. -
Li M. Serhat Polatsoy îşkenceya sirgûnê
Siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Mehmet Polatsoy, ku di encama komployeke hêzên dewletê de hat girtin, derket holê ku şeva 22'ê Mijdarê roja Yekşemê bi lez û bez ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Şakranê hatiye sirgûnkirin. -
HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê
HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê ya ev du hefte ne li hember êrîşên dewletê berxwedan lê didome. -
Aktîvîteyên ‘Ji Rojava heta Pirsûsê şehîdên me banga şoreşê dikin’ didomin
Li paytexta Skoçya Edînbûrg şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn. -
Demîrtaş li hember hewldana sûîqestê gilî kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê hewldana sûîqestê ya li hember xwe gilî kir. -
Hêzên HSD’ê gundek din rizgar kirin
Şervanên HSD’ê ku li başûrê Hesekê operasyonên xwe didomînin, gundê Xemayêl ji çeteyan rizgar kir. -
Yuksekdag: Hewldana sûîqestê parçeyek ji konsepta êrîşê ye
Yuksekdag der barê hewldana sûîqestê ya li hemberî Demîrtaş de got, "Parçeyek ji konsepta êrîşa siyasî ya li hemberî partiya me û me ye." -
Komeleya Pira Gelan: Deriyên sînor vekin!
Komeleya Pira Sînor bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û xwest, deriyên sînor werin vekirin. -
YPG: 20 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêmên Eyn Îsa Sirrin êrîşên çeteyan hatine şikandin, 20 çete hatine kuştin û wesayîteke tonek teqemenî lê barkirî, hatiye desteserkirin. -
HDP: Li hember komkujiyên sivîl divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken têkildarî komkujiyên sivîl pêşnûme lêpirsînek da. -
Li ser hevkariya DAIŞ-AKP'ê belgeyên nû
DAIŞ'ê, bi fîrmayên xeyalî re, di bin navê îthalata ji Tirkiyeyê ber bi Urdunê ve, bi 'fermî' madeyên xam ê teqemeniyê ji tedarik kir. -
Komkujiya Enqereyê li Zurîchê hat protestokirin
Li bajarê Zurîchê, bi wesîelya 40 rojiya Komkujiya Enqereyê qurbanî hatin bîranîn. -
Biryarên 'dadgehên dek û dobalan' ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in
Dadgehên Xwedî Erka Taybet, piştî operasyonên 17-25'ê Kanûnê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve weke 'dadgehên dek û dobalan' hatibûn pênasekirin û ev dadgeh hatin girtin. Lê belê biryarên dan dadgehan ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in. -
Tîmên taybet li Geverê jinek birîndar kirin
Li Geverê, welatiya bi navê Asiye Yalçin ku ji bo xweliya sobeyê birijîne derket ber deriyê xwe, bû hedefa guleyên tîmên taybet û ji pişt û milê xwe birîndar bû. -
Li Geverê qedexe rabû
Qedexeya derketina derve ya li Geverê, ku 4 rojan dewam kir, di encama berxwedana Kurdistaniyan de hat rakirin.