ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ronahî TV 4 sal li pey xwe hişt
Ronahî TV ya 21’ê Mijdara 2011’an bi weşana 3 saetan destpê kir, bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Soranî, bi zimanê Erebî, Îngîlîzî û Fransî weşanê dike. -
‘Bi dervehiştina tevgera azadiyê hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye’
Nivîskar Aydin Çûbûkçû got, “Hemû cîhan dizane ku bi dervehiştina HDP’ê yan jî hêmanên bingehîn ên tevgera azadiyê re hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye.” -
Artêşa Tirk ‘Şehîdgeha Kûrtay Feraşîn’ bombebaran dike
Li navçêya Elkê herêma Kolya ku Şehîdgeha Kûrtay Feraşîn lê ye ji aliyên leşkerên Tirk ve tê bombebarankirin. -
Berxwedana li Kurdistanê ji Îzmîrê hat silavkirin
Li Îzmîrê tevî qedexeya walîtiyê jî li ser banga Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê bi hezaran kesî komkujî protesto kirin û berxwedana li Kurdistanê silav kirin. -
Civîna HDP’ê ya bi sefîrên 43 welatan re destpê kir
Civîna HDP, HDK, KCD û BDP ya bi sefîrên 43 welatan re destpê kir. Di civînê de di taybetiya Rojava de wê şer ê li Sûriyeyê, şîdet û qedexeya kolanan a li Tirkiyeyê bên destgirtin. -
Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
Li Edeneyê ji 7 kesên hatin binçavkirin 2 kes bi îdîayên, “Endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê. -
Polîsan li Nisêbînê jinek bi giranî birîndar kirin
Li Taxa Yenîşehîr a Nisêbînê jina bi navê Şerîfe Keleş (30) dema ku li hewşa xwe av dianî ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndarkirin. Jina 30 salî li Nexweşxaneya Nisêbînê di beşa lezgîn de tê dermankirin. -
Krîza rehîneyan a li Malî bi dawî bû
Li paytexta Bamaro ya Malî krîza rehîneyan bi dawî bû. Tê diyarkirin ku di otelê rehîne nemane. -
Azîz Guler wê roja Yekşemê ji aliyê deh hezaran ve bê oxirkirin
Cenazeyê Fermandarê BOG’ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest roja Yekşemê bi tevlîbûna deh hezaran li şehîdgeha Goristana Gazî wê bispêrin axê. -
Doza Abdullah Comert hat taloqkirin
Doza Abdullah Comert ê di pêvajoya Berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin taloqî 15’ê Çileyê hat kirin. -
Bloka Aştiyê ya li Kurdistanê geriya çavdêriyên xwe vegot
Heyeta ku bi banga Bloka Aştiyê çû herêmê li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê çavdêriyên xwe li Komeleya Farqîniyan par ve kir. Li salonê nivîsa "Deng bide Farqînê" hate daliqandin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Demîr li Wanê mewlûd hat dayîn
Di salvegera wefata gerîlayê HPG’ê Hozan Demîr (Azad Colemêrg) ê li Şengalê di pevçûnek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn. -
Li Oremarê çalakî: 6 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Star îro li herêma Oremarê li hember leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de li gor tespîtan 6 leşker hatin kuştin. -
ÎHD: Dewleta Tirk di 11 mehan 51 zarok qetil kir
Li gorî rapora ku ÎHD'ê amade kiriye bi şîdeta dewletê di 11 mehan de 3 hezar û 861 mafê binpêkirina zarokan derket holê û rasterast bi şîdeta dewletê 51 zarok û bi tevahî 617 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Cenazeyên 5 koçberan li ber peravê hatin dîtin
Ji 14 koçberên li Derya Ege winda bûn cenazeyên 5’an li ber peravê hatin dîtin. -
'Xwerêveberî mafê herî rewa ye, navnîşana yekane ya aştiyê Ocalan e'
DEM-KURD û hêzên çep û demokratîk ên li Swîsreyê dijîn diyar kirin ku xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin, mafê herî rewa yê Kurdan e û destnîşan kirin, yekane navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medya civakî' hatin girtin
Li Edene, Îzmîr û Stenbolê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Polîsên Tirk li Nisêbînê ciwanekî din qetil kirin
Polîsên Tirk li Nisêbînê, ciwanekî din ê bi navê Mûhammed Altûnkaynak qetil kirin. -
Li 25 taxên Lice û Hênê derketina derve hat qedexekirin
Li 25 taxên navçeyên Lice û Hênê yên Amedê derketina derve hat qedexekirin. -
Dirûşma "PKK gel e gel li vir e" beraet kir
Ejder Ozdemîr ê ku li Agiriyê di meşa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan de, ji ber ku dirûşma "PKK gel e gel li vir e" qîriya û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwest doz lê hat vekirin, beraet kir. -
Yegîn: Xwerêveberî bersiva herî baş e
Metîn Yegîn got, "Li cîhanê gelek caran reforma xakê hat kirin. Xwerêveberiyên li Kurdistanê, eger xakê li jinan belav bike, wê yekemcar jinbûyîna xakê pêk were." -
Şeker: Ya ku divê komeleyên Elewiyan biparêze dewlet e
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker, yekîneyên emniyetê yên ku ji komeleyên Elewiyan re gotin 'dibe ku êrîşên DAIŞ'ê rû bidin, ewlakariya xwe bikin' rexne kir. -
Cenazeyê Fermandar Guler ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin
Ji Fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler ê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li taxa Gazî ya Stenbolê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. -
Li dirûşmeyekê deh meh cezayê girtîgehê hat birîn
Di doza li hemberî Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran de bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' hat vekirin de, 10 meh cezayê girtîgehê li Bariştiran hat birîn. -
Li 9 taxên Licê qedexeya derketina kolanan
Li 9 taxên navçeya Licê ya Amedê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.