ROJANE
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."
Di bîranînên ku bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin de, wiha hat gotin, “Em ê têkoşîna wan a azadiyê her tim bidomînin.”
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku çar sernavên bingehîn êdî nabe bêne taloqkirin û got, "Divê qanûna binyadî bê derxistin, sepana qeyûm bê bidawîkirin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin."
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Seyîd Riza li Taksîmê hat bîranîn
DEDEF, Seyîd Riza û hevrêyên wî yên berî niha bi 78 salan hatin darvekirin bi meşeke meşale ji Taksîm Tunel heta Qada Galatasaray bi bîr anî.
-
Polîsan li Nisêbînê jina derket şaneşînê birîndar kirin
Li navçeya Nisêbînê ya bi qedexeya derketina kolanan re êrîşên polîsan û tîmên taybet ên hovane her diçe zêdetir dibe piştî ku Selamet Yeşîlmen hate qetilkirin polîsan jina bi navê Şîrîn Bîlgen a derketibû şaneşîna mala xwe bi giranî birîndar kirin.
-
-
-
Polîsan li Nisêbînê du kes birîndar kirin
Li Nisêbînê polîsan êrîşên li dijî gel dijwartir kirin û ciwanê bi navê Yilmaz Tutak ê ku ji bo alîkariya xizmên Selamet Yeşîlmen a hate qetilkirin hat, birîndar kirin.
-
-
-
Antalya hatiye dorpêçkirin
Ji ber civîna bilind a G-20'an a li navçeya Antalya Serîkê, ketin û derketina navçeyê û xwepêşandanên rêxistinên civakî yên sivîl hatin qedexekirin. Bajar hatiye dorpêçkirin.
-
-
Li Swêdê çalakiya ji bo Farqînê
Bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê û destekkirina gelê Farqînê yê berxwedêr, duh li bajarê Swêd Orebro mîtîngek hat lidarxistin.
-
Li Kopenhagenê standa ji bo azadiya Ocalan
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Komeleya Jinên Kurd li stasyona Norreportê ya Kopenhagenê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê vekir.
-
Li Baselê protestoya Farqîn û Parîsê
Terora dewleta Tirk a 12 rojan li navçeya Amed Farqînê kir, li bajarê Swîsre Baselê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku lenet li AKP û Erdogan hat anîn de, komkujiya li Parîsê jî hat protestokirin.
-
-
-
HDP’ê azadkirina Şengalê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş azadkirina Şengalê pîroz kirin, tevahî şervanên azadiyê yên mil bi mil têkoşiyan bi rêzdarî silav kirin.
-
CDK-F: Divê ji DAIŞ û alîkarên wê hesab bê pirsîn
Civaka Demokratîk a Kurd a Fransa, kesên komkujiya Fransa pêk anî bi tundî şermezar kir û wiha got: “Berpirsê komkujiya Parîsê ne tenê dijminê mirovatiyê DAIŞ e, dewletên bi her awayî piştgiriyê didinê jî berpirs in.”
-
-
-
-
-
-
2 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Serêkaniyê, Mahsûm Kurd û Eyup Tarhan ên beriya 3 rojan hatin binçavkirin, hatin girtin.