Heyetek ji Hatayê hat serdana Farqînê
Ji Hatayê heyeteke ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hat serdana navçeya Farqîn a Amedê.
Ji Hatayê heyeteke ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hat serdana navçeya Farqîn a Amedê.
Pişti qedexeya derketina kolanan û dorpêça 12 rojan a ji aliyê hêzên dewletê ve ku pêk hat, serdanên ji bo lêkolîna navçeyê û piştevaniya bi gelê Farqînê re didomin.
Heyeteke ji Hatayê ya di nav de rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’a Hatayê, Halk Evlerî, Partiya Sosyalîst a ji Nû ve Damezirandinê, Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Hewldana Partiyê ya Civaka Azad û nûnerên saziyên civaka sivîl hene îro hat serdana Şaredariya Farqînê. Heyetê li vir bi Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekîner û Kerem Canpolat, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel re hevdîtin pêk anîn, piştî hevdîtinê heyet derbasî taxên hatibûn qedexekirin bû û li wir lêkolîn kir.
Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Hulya Kadi di nav heyeta li taxên Mescît, Konak û Tekel lêkolîn kir de ye, wiha axivî: “Ji bo em qedexeya kolanan a Farqînê şermezar bikin me li Hatayê çalakî li dar xist, lê tenê ji Hatayê piştgirî têrê nake, em di zanebûna vê de ne. Ji ber vê jî bi piştgiriya rêxistinên civaka sivîl û beşên hişyar me alîkarî kom kir û em hatin Farqînê. Armanca me ya hatine, her tiştên qewimî di cih de dîtin, piştgiriya bi gelê Farqînê re ye.”
Hulya Kadi diyar kir ku ji ber sansura medyaya Tirk ji bilî agahiyên ji derdorê ti agahiyên wan ên der barê Farqînê de nînbûn. Kadi wiha dewam kir: “Piştî em hatin vir û me tax ziyaret kirin, em matmayî man. Hema hema maleke ku zerar nedîtiye tineye. Qedexeya kolanan rabû, em nikarin bêjin êdî her tişt bi dawî bû, berevajî her tişt hê nû destpê dike. Ji vê saetê û pê ve divê em bi pêkanînên xwe piştgiriyê bidin gelê Farqînê û birînên wan derman bikin. Piştî em vegerin Hatayê, em ê tiştên li vir qewimîne, êşên gelê vir û berxwedana gel bi rapor û dîmenan ji rêxistinên civaka sivîl û gelê xwe re ragihînin.”