Seyîd Riza li Taksîmê hat bîranîn

DEDEF, Seyîd Riza û hevrêyên wî yên berî niha bi 78 salan hatin darvekirin bi meşeke meşale ji Taksîm Tunel heta Qada Galatasaray bi bîr anî.

DEDEF, Seyîd Riza û hevrêyên wî yên berî niha bi 78 salan hatin darvekirin bi meşeke meşale ji Taksîm Tunel heta Qada Galatasaray bi bîr anî. Di bîranînê koma şanoyê ya Arêyê Kay pêşandanek li dar xist û luqme hatin belavkirin.

Seyîd Riza û hevrêyên wî di 78. salvegera darvekirinê de ji aliyê ve Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) bi meşeke meşale ji Tunel heta Qada Galatasaray hatin bîranîn. Pankarka bi Zazakî û Tirkî ya “Dêrsim 38 qirkirin e, cihên gorên Seyîdên me aşkera bikin”, “Di 78. salvegera darvekirinê de em Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr tînin” ku wêneyên Seyîd Riza li ser hatin vekirin. Endamên DEDEF’ê xwestin cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî werin aşkerakirin. Di meşê de koma şanoyê ya Arêyê Kay a sêdar hilgirt di refên pêş ên meşê de cih girt. Endamên DEDEF’ê yên kefenên spî li xwe kirin bi yek dengî dirûşmên, “Dêrsim 38 komkujî ye”, “Wê hesabê Dêrsimê bê pirsîn”, “Wê Dêrsim ji faşîzmê re bibe gor”, “Dêrsim, Sêwas, Koçgîrî nayên ji bîr kirin”, “Ji Dêrsimê heta Farqînê wê dewlet hesab bide”, “Diz, qatil AKP”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP” gotin.

Girseya hat li Qada Galatasaray ku dorpêça zêde ya polîsan bal dikşand, ji bo şehîdên komkujiya Dêrsimê deqeyekê rêz girt. Bi lorikên Zazakî, koma Şano ya Arêyê Kay bi pêşandanekê darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî zindî kir. Li ser navê DEDEF Alî Ekber Derman daxuyanî xwend. Derman, gotinên Seyîd Riza yên di hişê mirovan de bi cih bûne yên, “Ez serî bi we re derneketim, ev ji min re bû derd, min serî li hember we netewand, bila ev jî ji we re bibe derd” bi bîr xist û destnîşan kir ku ev gotin polîtîkayên dewletê yên hîlekar, komkujer, durû, parçeker radixe ber çavan.

HIKÛMET LÎSTIKA BI BIRÎNÊN ME DIDOMÎNE

Derman ku got, “Dêrsim di hundirê me de birînek e û hê jî xwîn jê tê”, bal kişand ku li Şikefta Qemere Hesen a li geliyê Çemê Laç ku yek ji cihên herî girîng ên qirkirina Dêrsimê ye, hestiyên jin, zarok bi sedan Dêrsimiyan li holê ne. Derman anî ziman ku hikûmeta AKP’ê, Dêrsimê wek amûrekî siyasetê bikar tîne û wiha berdewam kir: “Ev rewş zêdetir xwînê ji birîna hundirê me diherikîne. Em Dêrsimî, hê jî vê êşê dijîn. Tevî ewqas sal di navberê de bihurî jî, em cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî nizanin. Dêrsim hê jî bi navê şermê, Tûncelî tê bibîranîn, navê Dêrsimê îade nakin.” Derman xwest ku tavilê cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên aşkerakirin.

...