ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlamentera PE Vergiat: Pêwîst e mirov pirsgirêkan bi mantika aştiyê çareser bike
Endama Fransî ya PE Marie-Christine Vergiat, têkildarî komkujiya Parîsê û pêşdeçûnên paşê rû dan ji ANF’ê re axivî. -
Li Parîsê operasyon: Yek jê bombeya zindî 2 kes mirin
Polîsên Fransayê li banliyoyeke li bakurê Parîsê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de yek jê bombeya zindî 2 kes mirin, 7 kes jî hatin binçavkirin. -
Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava’
Li Parlamentoya Ewropayê bi armanca piştgiriya bi Rojava re konferansek û pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin. -
Dîmenê sûcê şer ê li dijî cenazeyên gerîla hat kirin!
Yek ji sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, bi dîmenan hat belgekirin. Li hemberî cenazeyên 8 gerîlayên di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, pêkanînên li dijî mirovahiyê tên kirin. -
Li Sêrtê çarçoveya 'OHAL'ê hat berfirehkirin
Walîtiya Sêrtê, 4 herêmên ser bi navçeyên Dihê û Berwariyê ji 21'ê Mijdarê heta 5'ê Kanûnê weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" ragihand. -
Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê, di serdegirtinên danê vê sibehê yên li malan de, zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Girtiyên nexweş ber bi mirinê ve hatin sirgûnkirin
Girtiyên nexweş ên ku ji bo tedawîkirinê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê anîn girtîgeha li Wanê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hatin kirin. -
Endamê DAIŞ'ê hevkariya xwe ya bi MÎT'ê re vegot
Di nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê ya bi Îmzeya Îlhan Tanir de hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê tê nîşandan. -
Li Mannheîmê bîranîna qurbaniyên Parîsê
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, komkujiya di 13'ê Mijdarê de li Parîsê pêk hat, hat şermezarkirin. -
Qurbaniyên Parîsê li Marsîlyayê hatin bîranîn
Mirovên di komkujiya 13'ê Mijdarê ya li paytexta Fransa Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Marsîlyayê hatin bîranîn. -
Komkujî li Helsînkî hat protestokirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên bi hevkarî dikin, qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê tên ragihandin û terora dewletê hatin şermezarkirin. -
Talana ekolojîk a li Derya Reş wê bi Dokûmantera 'Gozyaşi' bê vegotin!
Dokûmantera 'Gozyaşi-Rondikên Çavan' ku ji bo balê bikişîne ser texrîbata ekolojîk a li Derya Reş hat amadekirin, tevlî gelek festîvalan dibe û tê pêşkêşkirin. -
Li Nisêbînê jinek birîndar bû
Li Nisêbînê jina bi navê Fatma Kûlat li mala xwe ya qata 5'an bû hedefa guleya nehat zanîn ji ku hatiye. -
YSK’ê serlêdana HDP'ê red kir
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)’ê serlêdana HDP’ê ya têkildarî betalkirina hilbijartinên 1’ê Mijdarê red kir. -
Erdogan erka avakirina hikûmetê da Davûtoglû
Erdogan, erka avakirina hikûmeta 64. da Parlamenterê AKP’ê yê Konya Ahmet Davûtoglû. -
Muslim hat cihê komkujiyê û komkujî şermezar kir
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hat cihê komkujiyê ya 13’ê Mijdarê li Parîsê pêk hat, kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û komkujî şermezar kir. -
Gotina “Miletê Tirkiye” sond betal kir
Parlamentera HDP’ê ya Agirî Leyla Zana ku di merasîma sondxwarinê de li şûna “Miletê Tirk” a di metna sondxwarinê de got, “Miletê Tirkiye” sonda wê hat betalkirin. -
Ji Kerry daxuyaniya operasyonê
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry a “Ji bo ewlehiya herêmek 98 kîlometre, em bi Tirkiyeyê re dest bi operasyonê dikin” bû sedema pirsnîşanan. -
Dûran Kalkan: Ev zivistan wê bibe dema têkoşîna fînalê
Kalkan: Em bi awayekî giştî li ber xwe bidin. Mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, bajarok bi bajarok, çiya bi çiya, gelî bi gelî em ê li ber xwe bidin. Ciwan wê li ber xwe bidin, jin wê li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin. -
HDP: Bila Midûrê Karên Giştî yê TRT’ê ji wezîfeyê bê wergirtin
HDP’ê têkildarî weşanên TRT’ê yên di pêvajoya hilbijartinan de der barê Midûrê Giştî yê TRT’ê de serî li RTUK’ê da. -
Li girtîgeha tîpa M ya Êlihê îşkence
Li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê tên ragirtin zexteke giran tê kirin. Girtiyan bi rêya nameyekê banga hişyariyê kirin. -
9 penaberên din fetisîn
Bota penaber tê de bûn, dema ji navçeya Mûgla Bodrûmê derbasî girava Kos a Yewnanîstanê dibû, li peravên Yewnanîstanê binav bû. -
Edene, Mêrdîn, Riha: 14 binçavî, 5 girtî
Li Edeneyê 14 kes hatin binçavkirin, li Mêrdîn û Rihayê jî 5 kes hatin girtin. -
HDK: Em ê xwerêveberiyê bixin rojeva tevahiya welêt
Encamnameya Civîna Desteya Rêveber a HDK'ê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de berxwedana xwerêveberiyê ya gel hat silavkirin û hat xwestin, ku pêvajoya Ocalan weke 'sermuzakerevan' tê qebûlkirin, ji nû ve destpê bike. -
15 hêzên din ên leşkerî tevlî HSD'ê bûn
15 hêzên leşkerî yên li Heleb û Îdlîbê jî dan xuyakirin ku ew tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibin.