Muslim hat cihê komkujiyê û komkujî şermezar kir

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hat cihê komkujiyê ya 13’ê Mijdarê li Parîsê pêk hat, kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û komkujî şermezar kir.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hat cihê komkujiyê ya 13’ê Mijdarê li Parîsê pêk hat, kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û komkujî şermezar kir.

Piştî komkujiya 13’ê Mijdarê ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat û 132 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes cihê komkujî lê rû da ziyaret dikin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî îro saet 16.00’an hat ber salona konserê ya Batachan ku di komkujiyê de herî zêde kes li vir hatin qetilkirin. Muslim ê li vir gul danîn, piştî deqeyek rêzgirtinê bersiv da pirsên rojnamevanan. Muslim got: "Em komkujiya çeteyên barbar a li Fransayê pêk anîn bi nefret şermezar dikin. Kurd ev du sal in li hember van çeteyên paşverû têkoşînê dikin û heta çeteyek DAIŞ’ê bimîne jî wê têkoşîna me berdewam bike. Niha herê baş Kurd Fransayê fêm dikin û wê timî li rex gelê Fransa bin.”

Muslim diyar kir ku di civîna G20 a li Tirkiyeyê hat lidarxistin de têkildarî têkoşîna li hember DAIŞ’ê de tiştekî berbiçav derneketiye holê, ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê divê helwesteke hevpar hebe.

...